Li gorî medya Îranê di êrişa ser Hewlêrê de 9 berpirsên îsraîlî mirine yan ji birîndar bûne

​​​​​​​Ajansa Fermî ya Îranê Mehirnewsê navê 9 fermandar û berpirsên Îsraîlê yên îdia dike şeva borî di êrişa ser Hewlêrê de hatine kuştin an ji birîndar bûne parve kir. Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku cihê ku êriş li dijî pêkhatiye cihek sivîlan bû.

Li gorî medya Îranê di êrişa ser Hewlêrê de 9 berpirsên îsraîlî mirine yan ji birîndar bûne
13 adar, 2022   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev saet di 01:06’an de qonslosxaneya Amerîka ya li Hewlêrê û derdora wê bi 12 mûşekan hate bombebarankirin. Li gorî agahiyên Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê  di encama êrişê de welatiyek birîndar bû û ziyana madî li avahiyên derdorê çêbûye.

Artêşa Pasdaran a Îranê bi fermî berpirsyartiya êrişa bi mûşekan a ser Hewlêrê girt ser xwe û got: “Baregehek stratejîk a îstixbareta Îsraîlê (Mosad) hedef hate girtin.”

Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê Mehirnewsê di êrişê de 9 fermandar û Berpirsên Îsraîlê hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Serokatiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand ku ew propagandaya ku dibêjin baregehek Îsraîlê hatiye bombebarankirin neraste, cihê bûye hedefa êrişê cihekî sîvîlan e û ew bihane tenê ji bo veşartina vî sûcî ye û wiha anî ziman: “Em teqez dikin ku ev çendîn care Îran wan destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civata navnetewî ya li hember wan êrşên tirsonek rê vedike, ji bo berdewambûna wan tewanên bi wê rengî.”

Li gorî Ajansa Mehirnews’ê di bombebarana şeva borî de ev fermandar û berpirsên Îsraîlê yan mirine yan jî birîndar bûne:

Di nava hêzên Îsraîlê yên li Balafirgeha Hewlêrê Matîs Datirîs

Ji hêzên Îsraîlê yên Balafirgehên Hewlêrê Simît

Li Balafirgeha Hewlêrê Berpirsê Hemahengiya Toddad Adam Batlir

Li Balafirgeha Hewlêrê Fermandarê Îsraîlê Şawul

Milîs Rabirt yê li Balafirgeha Hewlêrê

Ji hêzên li balafirgehê Cunî

Ji hêzên li balafirgehê Cuniz

Endamê Mosad ê li Hewlêrê Gabirîl Talkir

Berpirsê Kompanya Aobrî Mark Zal