Rûsyayê li baregeha Ukraynayê ya li ser sînorê Polonyayê xist

Rûsyayê ragihand ku bi moşekan li baregeheke leşkerî ya li Lvîvê xistiye, ku li ser sînorê Polonyayê ye. Di encamê de 35 kes hatin kuştin û 134 birîndar bûn.

Rûsyayê li baregeha Ukraynayê ya li ser sînorê Polonyayê xist
13 adar, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Ukraynayê ragihand ku di encama topbarana Rûsyayê ya li ser baregeheke leşkerî de ya li nêzî sînorên bi Polonyayê re, 35 kes hatin kuştin û 134 jî birîndar bûn.

Wezîrê parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov got leşkerên biyanî di baregeha Yavoriv a leşkerî li nêzî sînorên Polonyayê kar dikin. Balafirên Rûsyayê ev baregeh bombebaran kir. Lê diyar nebû bê ka kesek ji wan di dema êrişê de li baregehê bûn an na.

Girêdayî heman mijarê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji destpêka destwerdanê û vir ve, 3 hezar û 687 baregehên leşkerî yên Ukraynayê hatin rûxandin. 

Li gorî tora Rûsya El-Yewm, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ji rojnameya El-Yewm re axivî û got: “Di nav armancên rûxandî de 99 balafir, 128 dron, hezar û 194 tank û panzer, 121 moşekavêj, 443 hewanavêj, 991 wesayîtên leşkerî hene.”

Yekîneyên hêzên Rûsyayê di rojekê de 14 kîlometre bi pêş ve çûne û bajarokên Blagodatoyi, Vladimirovka, Pavlovka û Nikolskoye ên Donbassê kontrol kirine.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îşaret pê kir ku yekîneyên hêzên Komara Luhansk operasyonên xwe berdewam dikin, bajarokê Borovsky bi temam dorpêç kir. Her wiha li aliyê bakurê Popasnaya bi cih bûn. Her wiha têketinên bajarê Severodonetsk ji aliyê başûr û rojhilatê ve girtin.

(şx)