Şehîd Gulê Selmo li Helebê hat bibîranîn

Kongra Star a Helebê bi boneya salvegera 10`an a şehadeta Gulê Selmo merasîmek li dar xist. Tugeya Gulê Selmo ya HPC-Jin di merasîmê de toreneke leşkerî li kolana ku şehîd Gulê Selmo şehîd bûye li dar xist

Şehîd Gulê Selmo li Helebê hat bibîranîn
13 adar, 2022   12:19
HELEB

Îro salvegera 10`an a şehadeta endama Yekitiya Star (Kongra Star) Gulê Selmo ye ku di 13`ê Adara 2012`an de şehîd bûye.

Ji bo bîranîna şehîd Gulê Selmo Kongra merasîmek li dar xist. Di merasîmê de Tugeya Gulê Selmo ya girêdayî Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) toreneke leşkerî di kolana ku şehîd Gulê Selmo lê şehîd bûye de lidar xist.

Nûnerên partiyan, saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Suad Hesen axivî û îşaret bi têkoşîn û berxwedana şehîd Gulê Selmo kir û got: “Ji ber ku ji bo azadiyê tê dikoşiya û ji ber ku ji gelê xwe hez dikir û wefedar bû hat hedefgirtin.”

Suad soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê da.

Her wiha hevala şehîd Gulê Selmo Fatme Mihemed ku endama komîna şehîd Ferzende ye axivî û got: “Sala 1996`an min şehîd Gulê nas kir. Bi hev re me xebat kir. Jineke têkoşer û dilnizim bû. Moralê hemûya bilind kir. Di zehmetiyan de li rex hemûyan bû.”

Fatme diyar kir ku şehîd Gulê Selmo şopdarê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû û ew dê rêya wê temam bikin.

Tugeya Gulê Selmo ya girêdayî HPC-Jin di 25`ê Hezîrana 2015`an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê hat ragihand. Ji derdora 60 jinên ereb, kurd û turkmen pêk tê.

(şx)