Hisên El-Ewnî: Civaka hevgirtî dikare li hember gefan bisekine

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbic û gundewarên wê Hisên El-Ewnî anî ziman ku Xweparastinê dikeve ser milê her kesî û got: "Civaka hevgirtî dikare li hember gefan bisekine."

Hisên El-Ewnî: Civaka hevgirtî dikare li hember gefan bisekine
13 adar, 2022   01:46
MINBIC – EHMED QERAÇE

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên çekdarî û şerê taybet tên kirin. Armanc ji van êrişan têkbirina ewlehiya herêmê û jihevxistina civakê ye.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Nivîsgeha Xweparastinê ya Minbicê Hisên El-Ewnî got, erka xweparstinê dikeve ser milê her kesên di civakê de û wiha domand: "Helbet Hêzên Xweparastin û hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyên civakê pêk tên,  ku hevgirtina civakî di navbera wan de heye."

Hisên El-Ewnî wiha pêde çû: "Xweparastin ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên derve ye çi leşkerî û çi bi rêya şerê taybet be ku li ser civakê tê meşandin. Her wiha ji bo rêxistinkirina rewşên hundirîn pêwîst bi parastina leşkerî û rêveberiyên sivîl heye. Di oxira rizgarkirina herêmê ji terorê de me bi sedan şehîd dan. Erka her kesî/ê di civakê de ye ku xwe di aliyê leşkerî û rêveberî de bi rêxistin bike da ku herêmên xwe ji êriş û şerê taybet biparêze."

El-Ewnî bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xaka ku li ser dijîn biparêzin û destek bin û got, Hêzên Erka Xweparastinê yên Minbicê parastina bajarê xwe ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê dike.

Têkildarî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê El-Ewnî ev tişt anî ziman: "Di demên dawî de me dît ku DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaayê kir. Şaneyên veşartî yên terorîst li herêmê çalak bûne, hin aliyên din şerê taybet dimeşînin, dixwazin fitneyê derxînin û kesên lawaz leşker bin. Ev hemû bi armanca xirakirina ewlehî, aramî û hevgirtina civakî ye. Ji ber vê yekê parastina destkeftiyên ku bi saya berdêlên şehîdan dane hatine bidestxistin erka me ye. Divê tişta ku terorê li herêmên me xira kir em sererastkirin da ku bi ewlehî bijîn. Em banga aştiyê û rawestandina herkîna xwînê dikin."

Her wiha Hisên El-Ewnî da zanîn ku ew li hember çi gefên li ser herêmê amande ne parastina wê û tevahî gelên Sûriyê bikin.

Hevserokê Nivîsgeha Xweparastinê ya Minbicê Hisên El-Ewnî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşerojeke baş me gelek caran hewl da ku em bi aramî û ewlehî bijîn. Ji ber wê jî divê em tevahî berpirsiyariya parastia herêm û pêkhatyên li herêmê bigrin ser xwe. Ji ber vê yekê jî me binpêkirin li dijî tu kes, herêm û dewletan pêk neanîne û naynin. Ji ber ne felsefe û exlaqê me ye. Lê heger kesek sînor û gelê me binpê bike em derfetê nadin vê yekê."

(bx)

ANHA