Li dijî Hewlêrê êrişek bi mûşekan pêk hat

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê têkildarî êrişa duh bi şev a li ser Hewlêrê got, di encama êrişê de welatiyek bi sivikî birîndar bû.

Li dijî Hewlêrê êrişek bi mûşekan pêk hat
13 adar, 2022   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh bi şev di saet 01:06’an de konsolosxaneya Emerîka ya li Hewlêrê û derdora wê bi mûşekan hate topbaran kirin. Li gorî agahiyan di encama êrişê de welatiyek birîndar bûye. Nayê zanîn bê ka êriş ji aliyê kîjan komê û kê ve hatiye kirin.

Derbarê êrişa li ser Hewlêrê de Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya wezaretê di encama êrişê de welatiyek birîndar bûye, ziyana madî çêbûye. Di dewamê de tê gotin, saziyên asayîş û polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û wê piştre ji raya giştî re encam werin ragihandin.

Wezareta Navxweyî di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Em vê êrişa tirsnak şermezar dikin, em ji xelkê Kurdistanê re dibêjin, Hewlêr arame û wê aram bimîne."