Di bîranên salvegera serhildanê de peymanên yekitî û hevgirtinê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê daxuyanî hatin dayîn û hate gotin, serhildan bersiva nejadperestiyê bû.

Di bîranên salvegera serhildanê de peymanên yekitî û hevgirtinê
Di bîranên salvegera serhildanê de peymanên yekitî û hevgirtinê
Di bîranên salvegera serhildanê de peymanên yekitî û hevgirtinê
12 adar, 2022   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 18`emîn a Serhildana 12`ê Adarê, Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê, Meclisa kantona Girê Spî, Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Yekitiya Werzîşê ya bajarê Helebê daxuyaniyên cûda dan. Her wiha çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

REQA

Li bajarê Reqayê ji bo bîranîna salvegera Serhildana 12`ê Adarê ya sala 2004`an xwepêşandanek hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên Reqa beşdarî xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên şermezarkirina komkujiya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve di 12`ê Adara 2004`an de pêk hat, hatin berzkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê navenda Şehîd Mistefa El-Nekzî, Malik El-Rehîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Serhildana 12`ê Adarê hate bibîranîn û hate diyarkirin ku Serhildana Qamişlo derbeyek giran ji rejîma Esed a deshilatdar re bû û qonaxweke girîng di dîroka nûjen a Sûriyê de bû.

Her wiha hate destnîşankirin ku rejîma Baas xwest tevlîheviyeke Erebî – Kurdî derxe  û di encama wê de şehîd û birîndar çêbûn û gelek kes hatin girtin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, aloziyên li cîhanê û herêmê rû didin nayê wateya ku çareseriya demokratîk ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê tune ye, rêveberiya Xweser û sîstema nenavendî baştirîn çareserî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê ye.

HERÊMA FIRATÊ

Li herêma Firatê Meclisa Rêveber a herêma Firatê daxuyaniyek da. Paşê maçeke futbolê di navbera tîma Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê de hate lidarxistin. Maç li lîstokgeha Dostaniya Kobanê û Nerwicê ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan şêniyên Kobanê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û partiyên siyasî ji aliyê Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya herêma Firatê Mezlûm Hemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca rejîma Baas ji wan bûyeran ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de derxîne, yekitî û hêza wan a ji bo têkoşîn û berxwedana li dijî sîstema deshilatdar belav bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi hişyariya eşîre, partiyên Ereb û Kurd tu şerê navxweyî di navbera pêkhateyan de derneket û wiha hate gotin: " Gelê Kurd li Sûriyê û hêzên demokratîk bûn yek, xwepêşandanên gelê li hemû herêmên Kurdan li dijî rejîma Baas hatin lidarxistin û banga demokrasî, azadî û mafên gelê Kurd li Sûriyê hate kirin."

Di dawiyê de hate diyarkirin "Piştî derbasbûna 18 salan, hîna rihê serhildanê di wijdanê gelê Sûriyê de ye. Gelên Sûriyê bi yekitî, hevgirtina hemû pêkhateyan û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  û komployên rejîma Baas a şovenîst vala derxistin."

Piştî wê maçek di navbera tîma Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê de hate lidarxistin.

Her wiha Meclisa kantona Girê Spî jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada meclisê ji aliyê cîgirê hevserokatiya kantonê Sebrî Nebo ve hate xwendin. Bi dehan endamên komîte û saziyên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de behsa dîroka Serhildana 12'ê Adarê hate kirin û hate gotin, serhildan li dijî rejîma Baas a şovenîst hate lidarixstin û tirsa li gel pêkhateyan şikenand.

Her wiha hate diyarkirin ku armanca rejîmê ji van fitneyan ku herêmê lawaz bike, yekitiya wê belav bike û parçe bike da ku banga têkoşîn û azadiyê neke her wiha gelê Kurd ji mafên wî bêpar bihêle.

HELEB

Li bajarê Helebê jî Yekitiya Werzîşê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de siyasetên nejadperestî û koletiyê yên sîstemn faşîst hatin şermezarkirin û di salvgera Serhildana 12'ê Adarê de banga hevgirtinê û dûrketina ji fitneyan hate kirin.

Daxuyanî li lîstokgeha Şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê endamê yekitiyê Şêrgîn Elo ve hate xwendin. Bi dehan endamên yekitiyê, kadroyên fenî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama sûcên ku ji aliyê endamên hikumetê ve hate kirin bi dehan ciwanên Kurd şehîd û birîndar bûn, ji ber vê yekê jî Kurd bêyî teredud û tirs li hember hovîtî, paşguhkirin, nêjadî û siyaseta binpêkirinê serî hildan.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku armancên serhildanê aştiyane bûn, siyasetên şovenîst ji Qamişlo heta Heleb û Şamê hatin şermezarkirin.

Her wiha nejadperestiya di nava gelê Sûriyê de hate şermezarkirin û teqezî li ser girîngiya ku werzîş yek ji deriyên damezirandina xurtirîn têkiliyên civakî di navbera gelên cûda de be, hate kirin.

Paşê bi beşdarbûna 14 tîmên herêmî turnoveyeke futoblê hate destpêkirin. Maça di navbera tîma Asayîş û Sûriya Pêşerojê de hate lidarxistin.

(bx)

ANHA