Serhildana 12'ê Adarê li Şehbayê hate bibîranîn

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê bi boneya salvegera 18'emîn a Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo çalakiyên werzîşê li dar xist.

Serhildana 12'ê Adarê li Şehbayê hate bibîranîn
12 adar, 2022   16:04
ŞEHBA

Çalakî li stada gundê Babins ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan werzîşvan, endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê amade bûn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê lîstivan Ehmed Remo û endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Kantona Efrînê Emîne Hac Ebdo ve hate xwendin.

/ar/uploads/files/2022/03/12/142307_faalyh-ryadhyh-bmnasbh-12-aathar-fy-alshhbaa-28329-5b1600x12005d.webp

Di daxuyaniyên êriş û kiryarên li dijî gelê Kurd hatin şeremzarkirin û şehîdên Serhildana Qamişlo hatin bibîranîn û hate gotin: "Em soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê heta pêkanîna aştî û rizgarkirina tevahî gelan ji zihniyeta faşîzmê şopderên xeta şehîdan bin. Zemanê koletiyê qediya, dem dema azadiyê ye. Heta serkeftinê wê rêveberî û pêşengtî ya ciwan û jinan be."

Piştre maçeke futbolê di navbera tîmên mêran a Meclisa Kantona Efrînê û Yekitiya Mamosteyan a Kantona Şehbayê de hate lidarxistin.

ANHA