Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê hatin xelatkirin

Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê û gundewarên wê bi şahiyekê beşdarên Mîhrîcana 7'emîn a Wêje û Hunera Jinê xelat kirin.

 Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê hatin xelatkirin
12 adar, 2022   16:54
MINBIC

Şahî bi amadebûna endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, sazî û rêxistinên jinan li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl hate lidarxistin.

Di şahiyê de Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif  bi xêrhatina beşdaran û helbest hatin xwendin. Paşê xelat li beşdarên Mîhrîcana 7'emîn a Wêje û Hunera Jinê hatin belavkirin .

Sema El-Îsa bi kurteçîrok, Zekiya Heyder El-Îsa, Heya El-Welîd, Aya Hemîd, Erwa Ebdulhemîd Dişo, Kerma Nûr Ilêwî ji bo nivîsandina helbest û kurteçîrok ji aliyê yekitiyê ve hatin xelatkirin.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê rojên 1 û 2'yê Adarê bi beşdarbûna jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

(bx)

ANHA