ꞌVîna gelan hemû planên hikumeta Şamê vala derxistinꞌ

Di merasîma salvegera  Serhildana 12`ê Adarê de, hate gotin, Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku berhema Serhildana 2004`an e, hemû planên hikumeta Şamê têk birin û qadên şer veguherandin qadên berxwedanê.

ꞌVîna gelan hemû planên hikumeta Şamê vala derxistinꞌ
12 adar, 2022   14:42
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna girseyeke mezin a şêniyên herêma Cizîrê û Dêrazorê merasîmê bîranîna salvegera 18'emîn a Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo, bi diruşma "Bi rihê berxwedana Pêngava Gurzê Gelan em salvegera 18'emîn a Serhildaan 12'ê Adarê bi bîr tînin" li Stada Şehîdên 12'ê tê lidarxistin.

Merasîm bi sirûda kurdî Ey Reqîb dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Telat Yunis ev li gotina xwe zêde kir: "Rejîma Baasê ya desthilat a şovînîst hewl da fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne, her wiha komkujiyên mezin li dijî gelê me pêk bînin, lê gelê herêmê bi têkoşîna xwe hemû plan têk birin."

/ar/uploads/files/2022/03/12/123614_tlat-ywns.webp

Telat Yunis anî ziman ku bi rihê Serhildana 12`ê Adarê Şoşreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir û got: "Bi rihê berxwedana azad me karî hemû siyaset û planên dijmin vala derxist û bi hev re rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Rihê Serhildana 12`ê Adarê di hemû qonaxên Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hate diyarkirin, ji pêngava Serêkaniyê bigire û heta bi Kobanê, Hesekê û Efrîn. Hêzên dijbertiya projeya Rêveberiya Xweser dikin, hewl da vîna gelan bişkînin û projeya wan a demokratîk têk bibin, her wiha di êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêranê jî hewl da careke din fitneyan derxin, lê bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê hemû plan têkçûn û qadên şer veguherîn qadên berxwedanê."

ꞌVÎNA GEL BI SER KETꞌ

Telat Yunis diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên xwe yên leşkerî ji bo azadiya xwe û parastina destkeftiyên şoreşê, her wiha ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk tê koşiyan û hîn jî li ber xwe didin.

Yunis di berdewamiya gotina xwe de li dijî hemû planên li ser gelê herêmê û siyasetên dewleta Tirk dide meşandin, banga xurtkirina hevgirtinê kir û wiha domand: "Hikumeta Şamê hîn jî heman siyasetê şovînîst dide meşandin û dibe sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê, lê gelê sûrî nema vê siyasta desthilatdar qebûl dike û projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûriyê baştirîn çareserî dibe.  "

Telat Yunis anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, ji lidarxistina diyalogan re amade ye.

/ar/uploads/files/2022/03/12/123510_jwahr-athman.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman jî axivî û got: "Serhildana 12`ê Adarê tîrêja berxwedana gelan a ku hemû siyasetên şovînî têk birin. Hikumeta Şamê her hewl dide şerê navxweyî di navber Kurd û Ereban de derxe, lê armancên wê bigihîne serî."

Cewahir Osman anî ziman ku rejîma Samê li dijî Kurdan hemû siyasetên înkarkirinê pêk anî, da ku vîna wan bişkîne û wan qir bike, lê gel bi ser ket û hevgirtina îro isbata binketina van siyasetan e.

Merasîma salvegera 12`ê Adarê bi çalakiyên werzîşê dewam dike.

(eh)

ANHA