Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê bi dawî bû

Merasîma bîranîna salvegera 18`emîn a Serhildana 12`ê Adarê bi maçeke futbolê di navbera tîmên Cizîre û Dêrazorê bi dawî bû.

Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê bi dawî bû
Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê bi dawî bû
Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê bi dawî bû
Merasîma bîranîna Serhildana 12`ê Adarê bi dawî bû
12 adar, 2022   14:59
QAMIŞLO

Merasîmê bîranîna salvegera 18'emîn a Serhildana  12'ê Adarê ya Qamişlo vê sibehê bi diruşma "Bi rihê berxwedana Pêngava Gurzê Gelan em salvegera 18'emîn a Serhildana 12'ê Adarê bi bîr tînin" li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Girseyeke mezin a şêniyên herêma Cizîrê û Dêrazorê, endamên partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha endamên saziyên sivîl, beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Piştî sirûda Ey Reqîb û axaftina Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telat Yûnis û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman, çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

Ciwanên tîma herêma Cizîrê beşek ji hunera karate û taykwando pêşkêş kir û maçeke futbolê di navbera tîmên Cizîrê û Dêrazorê de hate lidarixstin.

Merasîma bîranînê bi stranên şoreşgerî û govendê bi dawî bû.

(bx)

ANHA