Li Minbicê pêngava çandina daran

"Însiyatîfa şêniyên Minbicê ji bo çandina daran" ku rojnamevan Zekeriya El-Hesen daye destpêkirin, bi dehan şêniyên Minbicê beşdarî çandina daran bûn.

Li Minbicê pêngava çandina daran
12 adar, 2022   14:28
MINBIC

Bi dehan şêniyên Minbicê îro li bajêr dest bi çandina daran kir.

/ar/uploads/files/2022/03/12/132950_zkrya-alhsn.webp

Rojnamevan Zekeriya El-Hesen ku însiyatîf daye destpêkirin, got ew însiyatîf li ser bingeha pêwîstiya bajêr bi daran, pêk hat.

Zekeriya El-Hesen got: "Însiyatîf nêzî 2 mehan e dest pê kiriye û gelek şêniyên Minbicê beşdar bûn. Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Jîngehê jî piştgirî da me û dê proje berfirehtir bibe.”

/ar/uploads/files/2022/03/12/133009_mbadrh-shabyh-ltshjyr-alwady-fy-mnbj-atlqha-alnasht-alialamy-zkrya-alhsn-e280ab283032257029e280ac-e280abe280ac.webp

Zekeriya El-Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Biryar bû ku darên merxê werin çandin, lê di encama hin guhertinan û pêşniyarên Rêveberiya Jîngehê û Komîteya Şaredariyan de me darên merx û xurman çandin."

(dx)

ANHA