ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-03-2022
12 adar, 2022   00:00

-Bi çalakiyên cûda, şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Serhildana 12'ê Adarê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê şehîdên Serhildana Qamişlo li ser gorên wan bi bîr tînin, her wiha meşek tê lidarxistin ku ji Qada Azadî dest pê dike. Bi heman armancê, şêniyên Tirbespiyê li goristanên gundên Til Marûf û Hilwa şehîdên serhildanê bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê bi çalakiyên cûda şehîdên Serhildana 12'ê Adarê tên bibîranîn, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serhildana 12`ê Adarê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêka şoreşa berxwedan û azadiyê bû ku li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan yekitiya pêkhateyan ava kir da ku li hember hemû êrişên hundir û derve bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şehîd Kemal Mamo bi xwişka xwe ya mezin bandor dibe û ew jî bandorê li bav û birayê xwe dike ku bi hev re tev li refên QSD’ê bibin. Bi wê re malbat bi tevahî dibin parêzvanên xaka xwe û azadiya gelê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên herêma Firatê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan çareseriya herî guncaw e û got: "Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina me xurt bû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hozan Dilgeş bi berhemên xwe di nava hunera kurdî de ji xwe re cihekî mezin çêkir. Hozan Dilgeş di salvegera koça xwe ya dawîn de tê bibîranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ruxmî hevpeymên navneteweyî û qanûnên li Lubnanê yên têkildarî parastina mafên zarokan, lê dîsa jî zêdetirî sed hezar zarok lê dixebitin. (BI WÊNE).

ANHA