​​​​​​​Tevgera Komunîst a Şoreşger: Em ê şopdarên şehîdên 12'ê Adarê bin

Tevgera Komunîst a Şoreşger diyar kir ku şoreşa Rojava li ser şopa Serhildana Qamişloyê pêk hatiye û diyar kir ku "Pêşeroja gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nava şoreşê de ye û em ê şopdarên şehîdên 12'ê Adarê bin û şoreşa xwe biparêzin."

​​​​​​​Tevgera Komunîst a Şoreşger: Em ê şopdarên şehîdên 12'ê Adarê bin
12 adar, 2022   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya 18'emîn salvegera Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir ku 12'ê Adarê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê vejîn e.

TKŞ'ê da xuyakirin ku gelê Kurd gavên xweparastin û birêxistinbûyînê bi lez avêtine û veguherandine Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an û got: "Îro her netewe û pêkhateyek di nava şoreşa me ya demokratîk de bi dilxwazî û wekhev dijî."

TKŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar ku gelê Kurd li hemberî êrişan bû yek û hate gotin: “Li Rojavayê Kurdistanê serhildaneke mezin a neteweyî dest pê kir. Gelê Kurd sazî û nûnertiyên mêtingeriyê desteser kirin û dest bi hilweşandina peykerên Hafiz Esad kir. Li Heleb û Şamê jî li tax û herêmên Kurdan serhildan çêbûn. Gelê Kurd bi hedefgirtina saziyên dewletê li her derê kîna xwe ya li dijî mêtingeriyê nîşan da. Tevî ku hikumeta Şamê xwest gelan li hemberî hev sor bike jî, gelê Kurd bi van lîstikan hesiya.”

TKŞ’ê destnîşan kir ku Serhildana Qamişloyê ji bo Rojava vejînek bû û wiha hate gotin: “Niha gelê Kurd ji bo birêxistinkirin û xweparstinê gavên bileztir û bihêztir diavêje Ev pêngav di 19'ê Tîrmeha 2012'an de veguherî şoreşa gelê Kurd. Gelê Kurd dizanîbû ku tenê bindest dikarin azad bibin û bi bindestên li herêmê re berê xwe dan avakirina azadiyê. Têkoşîna bi hev re roj bi roj mezin bû û şoreşa Rojava bû şoreşa gelên herêmê. Îro hemû netewe û pêkhate di şoreşa me ya demokratîk de bi dilxwazî û wekhev dijîn.”

TKŞ’ê daxuyand ku pêşeroja gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nava şoreşa Rojava de ye û wiha lê zêde kir: “Şoreşa Rojava ku li ser şopa Serhildana Qamişloyê pêk hat, plan û projeyên rejîma Baas a faşîst a şovenîst têk birin. Li Rojhilata Navîn mînaka jiyana azad û wekhev afirand. Demokrasî û azadî ji hemû neteweyan re anî. Ji ber vê yekê rejîma Baasê û dewleta Tirk a şovenîst êrişên xwe yên li dijî şoreşa me didomînin. Şoreşa Rojava êdî berhema têkoşîna hemû gelê herêmê ye û tu êriş dê vê yekitiyê têk nebin. Divê hikumeta Şamê dest ji polîtîkayên xwe yên komkujiyan berde û şoreşa me nas bike.”