​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn

Di salvegera 8’an de  şehîdên komkujiya Şaredariya Qamişlo li ser Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin bibîranîn.

​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
​​​​​​​Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bîranîn
11 adar, 2022   18:48
QAMIŞLO

Di merasîma bîranînê de, endamên Şaredariya Gel a Qamişloyê, saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser gorên şehîdên komkujiyê dest pê kir, dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mirî Mihemed şehîdên komkujiyê û şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn û wiha got: "Şehîdên 11 û 12’yê Adarê dê bîranînên me de ne. Em soz didin ku em ê xebatê heta pêkanîna armancên wan bidomînin."

Dûvre Sema Begdaş a ku dema êrişa li ser şaredariyê de Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişlo bû hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn û sersaxiya malbatên xwest û wiha got: "Bi têkoşîn û fedekariya şehîdan serkeftin ji tevahî aliyan ve pêk hat. Divê em bi wan şehîdan re wefedar bin û parastina destkeftiyên wan bikin."

Dûvre şênî ber bi avahiya şaredariyê ve çûn û mûm pêxistin.

Çeteyên DAIŞ'ê di  11’ê Adara 2014’an de komkujiyeke li Şaredariya Gel a Qamişloyê pêk anî. Di endamê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn û navên wan ev in; Mûsa Mûsa, Emîne Bîlal Mihemed, Elî Silêman, Rewşen Sarîk, Îbrahîm Melek, Elaedîn Ebdullah, Awaz Mehmûd, Cîhan Ferhan, Fehed Ebdulezîz, Helbce Taha û Elî Boran  û gelek endam birîndar bûn.

(fr)

ANHA