Partiya Kesk a Demokratîk têkildarî Serhildana 12'ê Adarê daxuyanî da

Partiya Kesk a Demokratîk şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û got: "Gelê Sûriyê bi giştî û yê Kurd bi taybet dersek ji Serhildana 12'ê Adarê girt ku kir bingeha xebata xwe.

Partiya Kesk a Demokratîk têkildarî Serhildana 12'ê Adarê daxuyanî da
11 adar, 2022   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk bi boneya salvegera Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dîroka serhildanê û komkujiya ku rejîma Şamê pêk anîbû û hewldanên wê yên derxistina fitneyê di navbera Kurd û ereban de û hate gotin: "Desthilatê di hefteyan de hemû cûre tundî ji qetilkirin, girtin û îşkencekirin pêk anîn. Bi hezaran kes hatin girtin û di girtîgehan de îşkence li wan dihat kirin. Her wiha 40 kes şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn."

Partiya Kesk a Demokratîk got, Serhildana Qamişlo gaveke li ser rêya azadiyê ber bi şoreşa gelê Sûriyê ya 15'ê Adara 2011'an, bi taybet Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an ve bû û wiha domand: "Projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekê wê xwe dispêre serhildanê, berovajî îdiayên desthilata Şamê ku gelê Kurd bi cûdexwazî tawanbar dike. Birayên Ereb û pêkhateyên din fam kirin ku Kurd ne dijminê wan e, lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û hwd zihniyeta desthilata Şamê û lîstokên wê fam kirine û bi hev re dûrî fitneyên desthilatê xebitîn. Pêkhateyan Rêvberiya Xweseriya Demokratîk ava kir û saziyên demokratîk ava kir ku bêyî cûdabûn, nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Her wiha ji bo azadiya xwe û parastina projeya xwe ya demokratîk hêzeke rêxistinkirî, hevgirtin û şerker ava kir ku 23'yê Adara 2019'an rêxistina terorîst a DAIŞ'ê têk bir."

Di dewama daxuyaniyê de şehîdên Serhildana Qamişlo hatin bibîranîn û soza şopandina xeta wan hate dayîn û ev tişt hate gotin: "Bi vê boneyê em teqez dikin ku despotî, dûrxistina yên din û înkarkirina mafan tu çareseriyê ji pirsgirêkan re nayîne, lê çareserî di hevdû qebûlkirin, hevdû famkirin, naskirina mafên aliyên din û dozên wan ên rewa de ye."

Partiya Kesk a Demokratîk di dawiyê de banga hevgirtin û parastina destkeftiyan li tevahî pêkhateyên herêmê kir "Da ku Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî, ku mafên hemû netewe û olan misoger bike, were avakirin."

ANHA