ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN a 11-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN a 11-03-2022
11 adar, 2022   00:00

-Di êrişa çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê ya 11'ê Adarê ya li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûbûn. Hevşaredarên wê demê Sema Begdaş û Mûaz Abdulkerîm qala bûyerê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêviya şehîd Hemîd Hesê di oxira parastina welat û destkeftiyên şoreşa Rojava de bigihêje asta şehadetê û hêza parastina cewherî li herêmê were avakirin. Bi serkeftina QSD'ê ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Xiwêran, hêviya wî bi cih hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Siyasetmedarên Kurd Can Mûrad û Gêlo Îsa banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got, PKK'ê di oxira azadkirina kurdan de bi hezaran şehîd dan û rakirina qedexeya li ser wêdestpêka çareserkirina doza kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Li Qahîreyê di sibeheke sar a zivistanê de, bajarekî ku tenê kêmekê sermayê nas dike, diviyabû ku ez li dibistanê bûma, lê nexweşiyeke tayê hişt ku di nav nivînan de bimînim, zarokeke nexweş, ji bilî televîzyonê tu amûreke ku wê mijûl bike tune ye, ji nişkê ve filma sibehê hate qutkirin da ku bultena nûçeyan dest pê bike.

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyê filistînî Mihemed El-Bilbîsî têkildarî bihabûna madeyên zimhêrê li Xezayê got "Wek ku şer li Xezayê ye, ne li Ukraynayê ye." (BI WÊNE).

ANHA