Ji xeyalvanê dawî: "Ocalan ê ku serdana min kirî "-MÛNA YÛSRÎ

Ji xeyalvanê dawî: "Ocalan ê ku serdana min kirî "-MÛNA YÛSRÎ
11 adar, 2022   01:30

Li Qahîreyê di sibeheke sar a zivistanê de, bajarekî ku tenê kêmekê sermayê nas dike, diviyabû ku ez li dibistanê bûma, lê nexweşiyeke tayê nehîşt ez ji nava nivînan derkevim, zarokeke nexweş, ji bilî televîzyonê tu amûreke ku wê mijûl bike tune ye, ji nişkê ve filma sibehê hate qutkirin da ku bultena nûçeyan dest pê bike. Ji destpêkê ve mêrekî ku dişibihe mêrên bajarê min, rûyê wî ne xerîb, simbêlên wî stûr û zêde, çavên wî tûj û xwedî awireke balkêş ku mirov cesaret nake lê binihêre, bi dest kelepçekirî ber bi cihekî ve dibin, derket ser ekranê…Navê wî ji hişê keçeke 8 salî neçû, lê ew Abdullah e. Teqez ew yek ji me ye!. Axaftina pêşkêşvanê televîzyonê destnîşan dikir ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Bêyî ku wî nas bikim, ji ber hevxemiya min pê re wêneyê wî di hişê min de ma.

Meh derbas bûn û wêneyê wî careke din bû rojeva televizyona Misirê. Sibehek ji sibehên havîna germ, tê bîra min ku çend roj berî rojbûna min a 9`emîn bû... Di nûçeyan de dihat gotin ku cezayê îngazê lê hatiye birîn!

Ew tengasiya ku wê demê pê hesiyabûm tê bîra min, dibe ku ji bo zarokeke di temenê min de ne guncaw be guhdarî bultenên nûçeyan dikir, lê ew kanal a sereke bû û ji bilî wê tune bûn, beriya ku lehiya kanalên satelîtê me dagir bikin. Dem derbas bû û ew kes ji ber çavan winda bû, ez wî nas nakim û navê wî jî nayê bîra min. Wê demê înternet tune bû ku ez bikaribim lê bigerim û di kêliyekê de her tiştî li ser wî nas bikim. Lê ew di dema şerê li Sûriyê de careke din vegerî û ji nû ve min ew nas kir hemwextî derketina navê PKK’ê di Sûriyê de. Min ji wêne ew nas kir, careke din kete hişê min, wekî ku tişta ku lê digeriyam min ji nişkê ve dît!

Medyayên cîhanê, wê demê digotin ku ew kes lîderê partiyeke terorîst e. Lê dem hebû ku mirov wateyên cuda li peyva terorîst bar bike ku dewletên rojava dixwazin ji me veşêrin. Min di dilê xwe de spasiya Înternetê kir ku serok bi min da naskirin! An jî wekî ku min paşê nav lê kir: Xeyalvanê Dawî.

Dema ez tev li şepêlên çepgir ên misirî bûbûm, min texmîn dikir ku ew tecrûbeya PKK’ê bi kar tînin, lê surprîz ew bû ku hemû şepêlên çegir ên misirî girîgniya PKK’ê nizanîn. Piştî mirina Stalîn dema wan qediya, her wiha dema mislimanan jî qediya û li ser Xernataya têkçûyî digiriyan. Ne Ocalan ne jî tecrûbeya wî bi bîr dixistin. Lê tişta herî krêt ew e ku min gelek kes nas kirin ku navê wî nidizanîn û texmîn dikirin ku PKK’ê ji Partiya Komunîst a Sovyetê veqetiyaye.

Mixabin ji kesên ku Ocalan nas nakin re, cihê mixabiniyê ye ku çepgirên ereb li hember wergerandin û weşandina xebatên wî bê çare ne. Di her nîqaşeke min a siyasî di hundirê rêxistinên siyasî de yan jî li derveyî wê fikrên Ocalan ên li ser rêxistinkirinê, rizgariyê û dewletê bi min re ye. Lê di fikrê Ocalan de jin xwedî girîngiyeke taybet e.

Çi cîhaneke krêt û sosret e! Mirovekî 70 salî ji hemû mafên xwe yên mirovî bê par hatiye hîştin û bi tenê di giravekê de dîl girtiye. Ev yek par heta demekê di hişê min de bû. Sibehekê xilmaş bûm û min dît ez li çiyayên Qendîlê di nava keskahiyê de me, li dora min gelek jin hene û li ber awazên tembûrê govend digerînin. Piştre jineke 40 salî ku keziyên porê xwe berdane ser milên wê ne, hate cem min û ji min re got ez Leyla Ocalan im, keça Serokatî me û ew li benda we me ku hûn wî ji girtîgehê rizgar bikin. Ez li kêleka wê li ber keviyên çemekî biçûk meşiyan, Hirçke Koala me ber bi girtîgehê ve dibe. Min ji berîka xwe kamerayeke biçûk derxist û ew kêlî kişandin, da ku cîhana qirêj bizanibe ku rêya ber bi Ocalan ne hêsan e.

Ez bi kêfxweşî ji wê xilmaşiyê ya xewna dramatîk hişyar bûm û min ew kêlî di bîreweriya xwe de jiber kirin, belkî Serokatî di demeke nêz de derkeve. Ew jî bibe pêxembertiyeke min a taybet. Dûvre bi çend rojan Ocalan bi xwe di xewneke min de hat, li deriyê mala min da û di destên wî de kulîlkek û tivingek hebû. Bi heman heybeta xwe bû dema cara yekemîn ez zarok bûm min dîtiye. Bi rûyekî ken destên xwe li milê min da û tu gotin nekirin, kulîlk û tiving diyarî min kirin.  

Mûna Yûsrî, nivîskarek ji Misirê ye bi kar û barên jin û civakê mijûl dibe.