Asayîşa PDK’ê endamekî HDP’ê binçav kir

Nûnerên HDP’ê yên li Silêmaniyê ragihandin, endamekî wan yê bi navê Mûsa Çiftçî yê xelkê Colemêrga Bakurê Kurdistanê di dema ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin.

Asayîşa PDK’ê endamekî HDP’ê binçav kir
10 adar, 2022   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê HDP’ê Mûsa Çîftçî yê li bajarê Silêmaniyê dirûne, dema xwest malbata xwe ji Hewlêrê bigire, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku nûnerên HDP’ê yên Silêmaniyê dane Rojnews'ê, Mûsa Çiftçî nêzî 6 sale ji ber sedemên siyasî derbasê Başûrê Kurdistanê bûye û li bajarê Silêmaniyê dirûne.

Mûsa Çîftçî ji bo malbata xwe bîne Silêmaniyê berê xwe dabû bajarê Hewlêrê, lê li Şeqlawa ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve tê binçavkirin.

Hate gotin, 26 saete agahî ji Çîftçî ne hatiye girtin û van agahiyan jî spartine agahiyên malbata Çîftçî.

Nûnerên HDP’ê yên Silêmaniyê ragihandin Çîftçî bi destûra NY li Başûrê Kurdistanê weke penaber tê qebûlkirin, lê ji bo lêkolînkirina rewşa Çîftçî NY îdia kiriye ku tiştek ji destê wan nayê!