​​​​​​​​​​​​​​Li Minbicê  bazirganekî narkotîkê hat girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê bazirganekî narkotîkê girt.

​​​​​​​​​​​​​​Li Minbicê  bazirganekî narkotîkê hat girtin
10 adar, 2022   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser malpera xwe belav kiriye, "Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan îro Pêncşemê 10'ê Adar bazirganekî narkotîkê girt."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel wî bazirganî 221 hebên captagon û 26 hebên andetro hatin dîtin û hate gotin, "Dema lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hatin ku li beramberî pereyan bazirganiya narkotîkê dike, li ser vê yekê sewqî dadgehê hate kirin da ku cezayê xwe bistîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê operasyênên li dijî bazirganên narkotîkê û têkoşîna li dijî vê diyardeya neyinî ku bandorê li ferd û civakê dike,  bidomîne."

ANHA