Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, sersaxî ji malbata şehîd Salih Oso re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Oso re hate xwestin
10 adar, 2022   14:34
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, sersaxî ji malbata şehîd Salih Oso re xwest. Konê sersaxiyê ji ber mala şehîd li gundê Qermeq ê rojhilatê Kobanê hate vegirtin. Şervanê YPG'ê Salih Oso 7'ê Adarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmeke hate lidarxistin. Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto anî ziman ku şehîd Salih sembola parastinê ye, di pêkanîna erka xwe de tu carî dudilî nebû.

Mistefa Êto bal kişand li ser fedekariyên ku şêniyên gundê Qermex dane û navê şehîdên wê mîna Sadiq, Eşref, Seydi Riza û Salih bi bîr xist û got: "Ev şehîd ji gelê xwe re bûne mîras."

Bi navê malbata şehîd Oso, Mistefa Xelîl jî wiha got: "Şehîd Salih ne şehîd yekemîn ê vî gundî ye. Bi her şehîdekî re em kelemekê di dilê dijmin de diçikînin. Şehîd hêviya gelê Kurd ê serkeftinî ne."

ANHA