Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin

Platfoma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe yên bi boneya 8'ê Adarê ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma ''Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" organîze kiribû, bi dawî kir.

Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar çalakiyên xwe bi dawî kirin
10 adar, 2022   14:58
QAMIŞLO

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi beşdariyeke girseyî ji sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyek li hola Rewabî ya Qamişlo hat lidarxistin.

Di şahiyê de, li ser navê Platfoma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan endama koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriya Asya Ebdullah, li ser navê Yekitiya Jinên Suryanî Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye, li ser navê Kombûna Jinan a Zenbûya berdevka komûnê ya li Reqayê Xod El-Îsa axivîn û soza berdewama têkoşînê heta rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalariyê da.

Piştî axaftinan komên beşdar huner, stranên folklorîk û govend pêşkêş kirin.

Kombûna Jinan Zenûbya a Reqa û Kongra Star a Helebê plaketek diyarî Platfoma Çalakiyên Hevpar ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di şahiyê de platfomê bidawîbûna çalakiyên xwe ragihand.

 (fr)

ANHA