​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bi dawî bû-HATE NÛKIRIN

Hemleya komkirina îmzeyan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê", bi komkirina 30 hezar û 744 îmzeyan bi dawî bû.

​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bi dawî bû-HATE NÛKIRIN
10 adar, 2022   13:40
HESEKÊ

Komîteya ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo komkirina îmzeyan li navçeya Dirbêsiyê erkdar kiribû, bi daxuyaniyekê bidawîbûne hemleyê ragihand. Hemleya berhevkirina îmzeyan di 1'ê Çileyê de li navçeyê dest pê kiribû.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef ve li pêşiya meclisa Dirbêsiyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Dirbêsiyê komîteyên ji bo destpêkirina hemleya komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" hatin avakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çareseriya krîzên li cîhanê, Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê diqewimin, bi derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" û projeya neteweya demokratîk a li ser bingeha felsefe û ramana rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Di daxuyaniyê de bang li civak û hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û PKK’ê ji "lîsteya terorê" derxin.

(dx)

ANHA