Şahiya fînalê ya 8’ê Adarê didome

Di çalakiya 8`ê Adarê ya li Qamişloyê de, axêveran ji bo rizgarkirina hemû jinên bindest îşaret bi xurttkirina têkoşînê kir.

Şahiya fînalê ya 8’ê Adarê didome
10 adar, 2022   13:18
QAMIŞLO

Vê sibê li bajarê Qamişlo şahiya dawî ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Di çalakiyê de endama Koodînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Ebdullah axivî û ev roj li hemû jinan, dayikên şehîdan û têkoşeran pîroz kir.

Asya Ebdullah bal kişand ser qonaxên ku jin di sala 2021`an de pê re rû bi rû mane wekî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê û tevgera Talîbanê ya li Efganistanê.

Li aliyekî din jî îşaret bi têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û got: "Tu kes nikare me dûrî têkoşîna me bixe, bi hêza jinên azadîxwaz em ê 2022`yan bikin sala têkoşînê."

Asya Ebdullah her wiha îşaret bi xurtkirina têkoşînê kir da ku hemû jinên bindest rizgar bibin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El-Îsa jî berxwedana jinan a li dijî nîjadperestî û paşverûtiyê silav kir û wiha got: "Bi pêşengiya jinên Kurd ev yek misoger bû. Em têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û hewldana rizgarkirina jinan û aktîfkirina rola civakê silav dikin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê ev roj li hemû jinên cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha dewam kir: "Destpêka Şoreşa Jinan berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedaneke mezin bû. Jinan di hemû qadan de isbata xwe kir, ji wan qada siyasî, leşkerî û civakî."

Şahî bi stran û govendan berdewam e.

(eh)