Çeteyekî ku mayin diçand hate kuştin – HATE NÛKIRIN

Dema çeteyekî li rojavayê Hesekê mayin diçand, mayin pê de teqiya û hate kuştin. Her wiha Hezên Ewlekariya Hundirîn jî motorsîklêteke bombebarkirî îmha kir.

Çeteyekî ku mayin diçand hate kuştin – HATE NÛKIRIN
10 adar, 2022   09:49
HESEKÊ

Li rojavayê Hesekê 2 teqîn çêbûn. Yek dema çeteyekî li gundê Hawze yê li ser rêya Çiyayê Kezwana diçand, pê de teqiya.

/ar/uploads/files/2022/03/10/105530_whatsapp-image-2022-03-10-at-12.16.28-pm.webp

Di heman demê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî motorsîklêteke bombebarkirî îmha kir ku heman çeteyî bi kar dianî.

Di encama her du teqînan de ji derveyî kuştina çete tu zirar çênebûn.