​​​​​​​Banka Cîhanê hişyariya li ser bandorên krîza Ukraynayê li Rojhilata Navîn kir

Li ser zêdebûna tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê, Banka Cîhanê hişyariya lidarxistina xwepêşandanan kir.

​​​​​​​Banka Cîhanê hişyariya li ser bandorên krîza Ukraynayê li Rojhilata Navîn kir
10 adar, 2022   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Seraborînasa Banka Cîhanê Carmen Reinhart got: "Di encama tevgerên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de buhayê madeyên sereke bilind bû. Ev jî îhtîmal e bibe sedema pirsgirêkên civakî."

Carmen Reinhart ji Reutersê re got dê rewşa Ukraynayê bandorê li dewletên Rojhilata Navîn û Afîkayê jî bike, ji ber ku ew jî zehmeta debarê dikişînin.

Piştî çend rojan ji tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, Banka Cîhanê diyar kiribû ku bhayên kel û pelên çandiniyê ji sedî 35 bilind bûye û tê payîn bilindtir bibe, ji ber ku Rûsya û Ukraynayê jêderên genim, ceh, garis û zeytê ne.

Her wiha Banka Cîhanê hişyarî da ku bandorên giran li Rojhilatê Navîn û bakurê Afrîkayê bibin, ji ber ku welatên wekî Misirê derdora ji sedî 80`yê genim ji Ukrayna û Rûsyayê dikirin.

(eh)