​​​​​​​Li Cerablusê, di navbera çeteyên Tirkiyê de şerekî dijwar rû dide

Vê êvarê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Cerablusê yê dagirkirî şerekî dijwar rû dide, kuştî û birîndar hene.

​​​​​​​Li Cerablusê, di navbera çeteyên Tirkiyê de şerekî dijwar rû dide
9 adar, 2022   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, vê êvarê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Cerablusê de şerekî dijwar heye, lê sedema wê nayê zanîn.

Li gorî agahiyên heyî, kuştî û birîndarên çeteyan hene û li bajêr rewşeke awarte heye.

(fr)

ANHA