Serokê Îsraîlê serdana Tirkiyê kir

Piştî 10 salên nakokiyê, serokê Îsraîlê Isaac Herzog gihaşt paytexta Tirkiyê Enqereyê û Erdogan ew bi merasîmekê li qesra serokatiyê pêşwaz kir.

Serokê Îsraîlê serdana Tirkiyê kir
9 adar, 2022   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev serdana yekemîn a serokê Îsraîlê Isaac Herzog ji Tirkiyê re ye, ji dema serokê berê Shimon Peres di 2007’an de serdana Enqereyê kir.

Dê serdana Îsraîlê Isaac du rojan dewam bike.

Li gorî ajansa Anadolê, piştî Îsraîlê Isaac gihaşt Enqereyê berê xwe da gorê damezrînerê komara Tirkiyê Mistefa Kemal Atatork, dûvre çû qesra serokatiyê ku bi Erdogan re bicive.

Di Sibatê de şandeyeke mezin a Tirkiyê bi serkêşiya şêwirmendê Erdogan Ibrahim Kalin û cîgirê wezrê karên derve Sadat Onal serdana Îsralê kir ku amadekariya serdana serokê Îsraîlê bikin.

Piştî leşkerên Îsraîlê di 2010’an de êrişî keştiya Marmara ya tirkî kir ku alîkarî dişand Xezayê, têkiliyên Îsraîlê û dewleta Tirk bi dirêjahiya 10 salan bi nakok bûn. Ji wê demê de dewleta Tirk têkiliyên dîplomasî bi Îsraîlê re qut kirin.

Çavdêran da zanîn ku Erdogan di dirêjahiya salên borî de doza Filistînî bi kar anîn ku raya giştî û îslamê bikişîne hemwextî destwerdana li gelek dewletên erebî.

Tevî di navbera Îsraîl û dewleta Tirk de nakokiyên siyasî hebûn, lê têkiliyn aborî û bazirganî berdewam kirin.

(fr)