Hemrîn Hesen: Tu şandeyeke Iraqê derbasî kampê nebûye

Di vê dawiyê hate gotin ku hikumeta Iraqê amade ye komeke din a penaberên iraqî werbigire, lê berpirseke Kampa Holê hatina şandeyeke Iraqê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampê re derewand.

Hemrîn Hesen: Tu şandeyeke Iraqê derbasî kampê nebûye
9 adar, 2022   14:24
HESEKÊ

Dezgehên çepemeniyê yên herêmî û biyanî diyar kir ku şandeyên Iraqê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, da ku komeke din ji penaberên xwe yên li kampan wergirin bi taybet ên li Kampa Holê dimînin.

Parlamenterê Iraqê Şêrwan El-Doberdanî ji dezgehên çapemeniyê yên Iraqê re axivî û got hikumeta Iraqê dê 800 malbatên din ji Kampa Holê derxe û bîne Kampa Ceda ya li Iraqê, piştî ku komîteya ewlehiyê û komîteya penaberan a Meclisa Nûneran derbasî Kampa Holê bû.

Têkildarî mijarê berpirsa Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemrîn Hesen axivî û got: "Tu şandeyeke Iraqê derbasî kampê û heta herêmê nebû.

Hemrîn têkildarî ihtîmala ku şande di çend rojên bê de werin herêmê tu agahî parve nekr.

8`ê Çileya derbasbûyî, beşa dawî ya penaberên iraqî yên ku ji kampê derktine û li kampa Ceda bi cih bûn, ji 113 malbatan pêk hat.

Li gorî daneyên dawî yên Rêveberiya Kampa Holê, derdora 57 hezar û 460 kesan di kampê de hene. Piraniya wan jin û zarok in, ji wan 15 hezar û 603 malbatên sûrî, iraqî, jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hene ku hejmara wan digihêje 8 hezar û 555 kesan ku ji 54 nasnameyan e.

Hejmara iraqiyên li Kampa Holê jî 3 hezar û 738 kes e.

(eh)

ANHA