Komîteya Erebî: Divê bêyî şertan Tirkiyê hêzên xwe ji Iraq û Sûriyê vekişîne

Komîteya erebî ya ku mudaxeleya Tirkiyê di kar û barên hundirîn ên dewletên Ereban de dişopîne, diyar kir ku hebûna hêzên dewleta Tirk li Iraq, Lîbyayê û Sûriyê ne rewa ye. Ji lewma divê dewleta Tirk bêyî şertan hêzên xwe vekişîne. Her wiha guhartina demografîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir.

Komîteya Erebî: Divê bêyî şertan Tirkiyê hêzên xwe ji Iraq û Sûriyê vekişîne
9 adar, 2022   14:34
NAVENDAN NÛÇEYAN

Komîteya Erebî ya Wezarî ya ku mudaxeleya dewleta Tirk di kar û barên hundirîn ên dewletên ereb de dişopîne, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Komîteya Erebî ya Wezarî ya ku destwerdana Tirkiyê di kar û barên hundirîn ên dewletên ereb de erkdar e, civîna xwe ya çaremîn a bi hejmar 157 di 9`ê Adara 2022`yan de li hola Komkarê ya li Qahîra li dar xist. Ev komîte ji Komara Misirê ya Erebî (serokê komîteyê), Îmaratê, Behreyn, Erebistana Siûdî û sekretêrê giştî yê Komkara Ereban pêk tê."

Komîteyê di berdewamiya daxuyaniyê de, biryarên Meclisa Komkara Ereban ên berê û yên têkildarî mudaxeleya Tirkiyê di kar û barên hundirîn ên dewletên ereb de bi bîr xist û ev lê zêde kir: "Em der barê hebûna dewlet Tirk de li ser erdên gelek dewletên ereb, mudaxelaya wê di kar û barên hundirîn ên erebî de û binpêkirina biryarên Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê yên têkildarî ferzkirina qedexeya li ser şandina çekan ji Lîbyayê re bifikar in."

Her wiha da zanîn ku hebûna hêzên dewleta Tirk li Iraq, Lîbyayê û Sûriyê ne rewa ye û ev got: "Divê yekser û bêyî şertan dewleta Tirk hêzên xwe vekişîne. Li ser vê yekê divê hikumeta Tirkiyê hevkar be, ji bo girtina tedbîran li dijî leşkerkirin, perwerdekirin û veguhastina terorîstên biyanî û çeteyan ji welatên ereb re."

Komîteyê di daxuyaniya xwe de guhartina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve û binpêkirina serweriya hin dewletên ereban, şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de Komîteya Erebî bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji mafên avê yên komara Iraq û komara Sûriyê re bigire, avakirina bendavan li ser çemên Dîcle û Firatê rawestîne, ji ber ku bi awayekî neyînî bandorê li para avê ya her du dewletan dike û zirarên mezin digihîne hewîrodrê û aboriya her du welatan.

(eh)