NY: Hejmara koçberên Ukraynayê 2 milyon derbas kir

NY’yê ragihand ku ji destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya ji 24’ê Sibatê ve, zêdetirî 2 milyon ukraynî ji ber şer revîne.

NY: Hejmara koçberên Ukraynayê 2 milyon derbas kir
8 adar, 2022   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsera Karûbarên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 24’ê Sibata borî ve 2 milyon û 11 hezar û 312 ukraynî ji ber şer revîne û got Polonya tenê milyonek û 200 hezar kes pêşwaz kir.

Komîserê Karûbarên Koçberan ê NY’yê ya Filippo Grandi bi twittekê wiha got, hejmara koçerên ukraynî 2 milyon derbas kir.

Li gorî raporan, Macarîstan nêzî 191 hezar û 350 kes, Slovakya 140 hezar û 745 kes û Rûsya jî 99 hezar û 300 kes pêşwaz kirin .

Li gorî komseriyê, Moldova û Romanya zêdetirî 82 hezar koçberên ukraynî pêşwaz kir. Di heman demê de zêdetirî 210 hezar koçber derbasî dewletên ewropî yên dîtir bûne.

Ev hejmar di demekê de hate diyarkirin ku hewldanên nû yên derxistina sivîlan bi rêya korîdorên mirovî duh çêbûne.

Li gorî Şaneya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya bi operasyonên mirovî li Ukrayna erkdar in, şeva berê, Moskove agirbest ji 8’ê Adarê de saet 10’an sibehê bi dema Moskove ragihand ku sivîlan ji Keiv, Sumy, Kharkiv, Chernigov û Mariupol derxin.

(fr)