​​​​​​​Li Şedadê welatiyek di qezayekê de jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ciwanek di depoyeke petrolê de werbû û jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Şedadê welatiyek di qezayekê de jiyana xwe ji dest da
8 adar, 2022   19:19
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyan, li stasyona petrolê ya Cibise ya 15 km dikeve rojhilatê navçeya Şedadê, ciwanê bi navê Îbrahîm Îsmaîl El-Hemadê (30) di depoya taybet bi petrolê de werbû û jiyana xwe ji dest da.

Heman çavkanî da zanîn ku karkerên stasyonê ciwan ji depoyê derxistin û birin navenda tenduristiyê ya Şedadê, lê jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA