Di çalakiya YJA Starê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina 8'ê Adarê li Metînayê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Di çalakiya YJA Starê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
8 adar, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

6'ê Adarê saet di 13:00 de li Geliyê Girê Azad, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan. Çalakî li dijî çepereke bombeavêj a dagirkeran hate kirin û di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin îmhakirin.

Ev çalakiya bi bandor ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo silavkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

4'ê Adarê li herêma Zapê quntarên Çiyayê Reş saet di 14:30'î de bi balafirên şer hate bombekirin.

5'ê Adarê saet di navbera 20:30-21:30'an de li herêma Zapê qadên Şehîd Şahîn û Kunîşka 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

6'ê Adarê saet di navbera 19:00-21:00 de li herêma Avaşînê qada Werxelê û li herêma Zapê jî qada Çiyayê Reş bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin.

7'ê Adarê saet di navbera 20:30-21:30'an de li herêma Zapê bi helîkopteran bombe li qadên Dola Şehîd Ozgur hate barandin."