​​​​​​​Ji YPJ`ê peyama 8’ê Adarê

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê 8`ê Adarê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina jinan li herêmên dagirkirî da.

​​​​​​​Ji YPJ`ê peyama 8’ê Adarê
8 adar, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek da û tê de ev roj li hemû jinan pîroz kir. Peyama Fermandariya YPJ`ê dê li şahiyên li seranserê bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were xwendin.

Femandariyê di peyama xwe de got: “Roj bi roj jin nîşan didin ku dikarin civakê ber bi guhertinê û asoyaên demokratîk ve bibin. Di nirxandina serdema dawîn a têkoşîna jinan de ku hîna li dar e, em dibînin ku têkoşîneke hevpar ji bo guhertina qanûnên keyfî û zordariyê dimeşîne. Jinên Kurd û Ereb, entersyonalîst, Efgan, afrîkayî û gelek jinên din li hember zîhniyeta baviksalar a desthilatdar li ber xwe didin.”

YPJ’ê di peyama xwe de îşaret bi bûyerên sala 2021`an kir û wiha diyar kir: “Di nirxandina me ya sala 2021`an de xuya bû ku gelek kêmasî hene. Ji bo ku mertalekê ava bikin, divê rêxistinên jinan têkiliyên di navbera xwe de xurttir bikin. Hemwextî mezinkirina têkoşîna jinan, dewletên hegemon, rêbazên çewisandin û kolekirinê bi pêş dixin. Ji ber wê divê civaka jinan sûdê ji tecrubeyên berê bigire û mekanîzmayekê deyne ji bo mezkirina têkoşînê û pêkanîna yekitiyê di sala 2022`yan de.”

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê soz da hemû jinan ku têkoşînê berdewam bike heta ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Her wiha ev roj li hemû jinên têkoşer pîroz kir û di vê boneyê de careke din soza berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê da.

Fermandariya YPJ`ê di dawiya peyama xwe de got: “Her sal mîna îro em soza xwe ya berdewemkirina têkoşînê dubare dikin. Divê sazûmaniya jinan bibe yek da ku bi hev re tê bikoşin û mafên xwe yên rewa bi dest bixin.”

(şx)

ANHA