Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi vîrusa Korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 pêketiyên vîrusa Korona jiyana xwe ji dest dane û 16 kesên din jî pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi vîrusa Korona ketin
6 adar, 2022   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyand ku 16 kesên din bi vîrusê ketine û 3 pêketeyan jî jiyana xwe ji dest dane.. Kesên bi vîrusê ketine 11 mêr in û 5 jî jin in.

Desteyê diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, du mêr in û yek jî jin e û ji bajarê Tebqayê ne. Her wiha pêketiyek jî baş bûye.

Hejmara pêketiyan gihaşt 38 hezar û 482 kesan, ji wan hezar û 564 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 561 jî baş bûne.

(eh)