Hişyariyên li ser ketina Rûsya nava şerekî demdirêj li Ukraynayê û lîstokên Tirkiyê li Sûriyê

Digel berdewama tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê metirsiyên rûdana şerê cîhanê zêde dibin. Sarkis Ebû Zeyd diyar kir ku gelek sereryo hene, jê; avabûna pergaleke nû ya global, guhartina pergala desthilatê li Ukrayna û têkçûna Rûsya û vekişîna wê. Her wiha Beşar Cerar jî hişyarî li ser lîstokên qirêj ên dewleta Tirk li Sûriyê da.

Hişyariyên li ser ketina Rûsya nava şerekî demdirêj li Ukraynayê û lîstokên Tirkiyê li Sûriyê
6 adar, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Tevî zext û cezayên rojavayan, Rûsya tevgera xwe ya leşkerî li Ukraynayê berdewam dike û hêdî hêdî nêzî paytexta wê Kiev dibe.

Sibeha pêncşemê Rûsyayê careke din Kiev bombebaran kir û di saetên derengiya şevê de fîtên hişyariyê hatin bihîstin ku li gorî berpirsên xwecehî ya yên herî xurt bûn.

Li başûrê rojhilatê welat jî, nûnerê hêzên herêma Donetsk a "cudaxwazî" ragihand ku bajarê Mariopol ê li başûr rojhilatê welat ê bi ser deryaya Ashov ve hate dorpêçkirin.

Lê pêşdeçûnên meydanî, di çend saetên borî de bajarê Kherson ê mezin ê li başûrê Ukrayna ket. Têkildarî mijarê berpirsên ukraynî şeva çarşem-pêncşemê piştrast kir ku artêşa Rûsyayê Kherson kontrol kir.

Ev tê wateyê ku hêzên rûsî dikarin niha çemê Dnipper ê ku Ukrayna dabeşî du beşan dike derbas bikin û ber bi rojava û bakur ve biçin û ji aliyê din ve êriş Kiev bikin.

Li ser wê yekê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bang kir ku "rijandina xwînê" rawestînin.

Wezaretê bi daxuyaniyekê roja pêncşemê bang li serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hikumeta Rûsya kir ku "Tavilê rijandina xwînê rawestîne" û ji xaka Ukrayna vekişe.

ŞERÊ DI NAVBERA ROJHILAT Û ROJAVA DE

Ukrayna ji du beşan pêk tê. Beşê rojhilat bi zimanê rûsî diaxivin û beşa li rojava jî bi ukraynî diaxivin. Beşa li rojava bi zimanê ukraynî diaxivin ku duyemîn dewleta mezin a ewropî ji aliyê rûberê ve piştî Rûsyayê ye.

Cihê wê yê erdnîgarî roleke mezin di derbaskirina gaza Rûsya ber bi dewletên rojava yên Ewropa ve dilîze. Ji ber vê yekê nakokiyên li ser vî welatî zêde dibin.

Li bakurê rojhilatê Ukrayna Rûsya ye, li rojava jî dewletên YE’yê; Polanda, Slovakia û Hungary in. Vê yekê hişt ku ev welat bibe xwedî eniya nakokiyê di navbera du siyasetên cihê.

Têkildarî vê yekê, nivîskar û şîrovekarê siyasî Sarkis Ebû Zeyd anî ziman ku şerê li Ukraynayê şerê di navbera rojhilat û rojava de ye û got: "Em nikarin li vî şerî tenê ji goşeya rûsî de yan jî ji goşeya ukraynî de binêrin. Ev yek encama têkiliyên navneteweyî û krîza cîhanê ya ji ber pergala global ku ji hev dikeve, pêk tê."

Ebû Zeyd wiha domand: "Ev şer encam an jî destpêka bidawîkirina pêvajoya pergala kevn a global e û dibe ku destpêka avabûna pergala nû ya globalî be. Ji lew re tişta xuya dike ji cureya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ye, lê bi rêbazên cuda ye. Ji ber wê divê em bi kûrahî armancên Rûsya, Amerîka, Ewropa û hwd lêkolîn bike. Girêdayî vê yekê ez texmîn dikim ku DYA’yê di gelek pirsgirêkan re derbas bû heta ku gihaşt vê rewşê. Ji ber armanca sereke ji vî şerî qutbûnekê di nava Ewropa û Asya de çêke da ku plana mîna Eurasia careke din çênebe."

Her wiha Ebû Zeyd da zanîn ku gelek armancên vî şerî hene, her komek hesabên xwe û yên giştî hene û wiha pê de çû: "Bê guman armancên Rûsya yên stratejîk û aborî hene û armancên DYA’yê hene û Ewropa jî dixwaze ji vê kabosê rizgar bibe yan jî hewl dide çareyan ji pirsgirêkên xwe yên aborî û darayî re bibîne. Destê hemûyan di vî şerî de heye û encamên vî şerê dê nîşaneyên cîhanê bê diyar bikin. Ji lew re ev mijar girêdayî pêşdeçûnên bûyerên meydanî ne ku dê encam, guhartin û armancên pêşerojê ji hev veqetîne. Tu kes niha nikare kontrol bike."

DANÛSTANDIN GIRÊDAYÎ REWŞA MEYDANÎ NE

Tevî ku Kiev û Moskovê dest bi danûstandinên aştiyê kirin, lê gelek çavdêran diyar kir ku ew têkildarî wergirtina encamên lez ne xweşbînin in. Ji ber ku li gorî wan, her çareyek pêk bê divê serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky li pêş Rûsya têk biçe.

Li gorî rojnameya " The Wall Street Journal", danûstandinên Ukrayna-Rûsya li ser du armancan in ku Moskov hewl dide wan her duyan pêk bîne;  bêalîbûna Ukrayna û xaka wê.

Rojnameyê îşaret pê kir ku dibe ku Rûsya hewl bide ku erêkirina Ukraynayê li ser rewşa dişibe ya 2014’an ku li herêma Crimea pêk aniye, wergire û dibe ku hewl dide herêmên li rojhilatê çemê Dnipper kontrol bike.

Li ser vê yekê Sarkis Ebû Zeyd ev tişt got: "Beriya naskirina rewşa meydanî wê danûstandin tu encaman bi xwe re nayne. Têkiliyeke nîqaşê di navbera tevgera meydana leşkerî û pêşdeçûna li dem û cih heye. Li aliyekî din jî danûstandinên cidî hene ku tu kes encamên wan nizanin. Ji ber  kukrîza rastîn di navbera Rûsya û Ukrayna de, di navbera Rûsya û rojava de ye. Ji lew re şer û lihevkirin rêveçûna têkiliya di navbera rojhilat û rojava de diyar dikin. Bi wê re destê hemûyan tê de heye û tevahî jî li benda encaman in û hewl didin şertên xwe di pergala nû ya bê de baş bikin."

Piraniya analîzvan dibêjin, dê artêşa Ukraynayê zû yan dereng têk biçe, ew bi hemû hêza xwe bêyê ku vehes şer dike, lê Rûsya eniyên pêş bi hêzên nû xurt dike.

Li gorî hin pêşbîniyan, Moskov hewl dide hikumeteke alîgir li Kievê ava bike û bihêle ew rojavayê welat bi rê ve bibe. Her wiha parçeyê mezin ji welat ê li rojhilatê çemê Dnipper tev li xaka xwe bike.

Lê yek ji îhtîmalên rojnameya " The Wall Street Journal" pêşkêş dike, dê artêşa Ukraynayê têk biçe û tevgerên serhildanê derkevin. Tê texmînkirin ku dewletên rojavayî destekê bidin vê serhildanê, mîna DYA’yê di salên 1980’î de li Efganistanê li dijî Yekitiya Sovyetê destek dayê serhildanê.

Têkildarî mijarê Ebû Zeyd wiha anî ziman: "Pêşketina Rûsyayê nayê zanîn û tu asoyên wê tune ne. Ji ber ku hinek kes li ser senaryoyên dabeşkirina Ukraynayê an jî ketina Rûsya di şerekî dimdirêj de diaxivin. Ev yek bi encamên şer û lihevkirinên dema pêş ve girêdayî ne. Gelo derfet hene ku lihevkirineke nû di navbera rojhilat û rojava de bi hêsanî were avakirin? Gelo Rûsya dikare vî şerî bi vebijêrka bi şêwazê leşkerî bi dawî bike? gelo Ewropa û Amerîka dikarin Rûsya bixin nava şerekî demdirêj ku hêza wê têk bibin? Bersivên van hemû pirsan dê bi encamên şerê ku niha berdewam re eşkere bibin."

GELO WÊ CÎHAN BER BI ŞEREKÎ CÎHANÎ VE BIÇE?

Gelek dewlet ku piraniya wan jî dewletên NATO’yê ne, alîkariyên leşkerî di nav de jî çekên nûjen dişînin Ukrayna da ku pê li hember tevgera leşkerî ya Rûsyayê bisekine.

Li gorî daxuyaniyên fermî Holanda mûşekên parastina hewayî, her wiha Estonia mûşekên dij-tankan ji cureya " Javelin " şandin. Polanda jî mûşekên erd-asîman ji cureya " stinger" şandin, Çekî jî doçka, sekvan, damance û cebilxane şandin.

Heta dewletên ku berê yekalî bûn; Swêd, Finland û Almanyayê erebeyên ji mûşekên stinger û mûşekên ji ser milan ve tên avêtin, şandin.

Rojanmeya The New York Times jî da zanîn ku nêzî 20 dewletan ku piraniya wan endamên NATO û YE’yê ne çekan vediguhêzin Ukraynayê ku şerê hêzên Rûsyayê bikin.

Di heman demê de NATO cebilxane û alavên xwe yên leşkerî û nêzî 22 hezar leşkerî dişîne dewletên bi ser Rûsya û Belarûs ve ku bersivdana êrişan misoger bikin.

Li ser vê yekê Sarkis Ebû Zeyd ev tişt anî ziman: "Dijberiyeke neyekser di navbera Rûsya û rojava de heye. Ji ber metirsî hene ku pêşdeçûn di şer de çêbibin û bibe şerekî cîhanê yan jî nukleerê. Hemû jî hesabê vê yekê dikin, texmîn dikin û jê bi fikar in. Ji lew re gelo dê nêrîneke cîhanê ya nû hebe ku hemûyan aliyan razî bike beriya ku rewşa ber bi şerekî cîhanî ya klasîk ve biçe?"

HELWESTEKE XETER JI DEWLETA TIRK

Çavên piraniya şopdaran li helwesta dewleta Tirk e. Ji ber ku hin berpirsên ukraynî behsa esasgirtina balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di bersivdayîna êrişên hêzên Rûsyayê de dikin. Vê yekê jî derbarê têkiliya di navbera serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Viladimir Putin de derxist holê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê ku Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk gihaştine Ukraynayê. Reznîkov li ser rûpela xwe ya Facbookê wiha belav kir: "Bi rastî balafirên bê mirov ji cûreya Bayraktar gihaştin Ukraynayê."

Di destpêka şerê li Ukraynayê de Erdogan xwest roleke navberkar bilîze, ji ber ku her du welat hevalên wî ne.

Erdogan hewl da ku lîstoka xwe li ser nakokiyên rûsî – amerîkî dewam bike wek ku çawa li Sûriyê û Lîbyayê dike.

Li gorî çavdêran dewleta Tirk li pêşiya pêşniyareke zehmet e. Yan dê bi Amerîka û hevalbendên wê di NATO`yê de be û yan jî dê bi Rûsyayê re be.

Erdogan piştî civîna meclisa wezîran li Enqereyê got dewleta Tirk rêzdariyê dide xaka Ukraynayê û serweriya wê ya siyasî û destnîşan kir ku "êrişa Rûsya li ser Ukraynayê nayê qebûlkirin".

Nivîskar û lêkolînerê siyasî her wiha endamê Partiya Komarî ya Amerîkayê Beşar Cerar wiha axivî: "Her çiqas Erdogan xwe rengereg bike xwezaya wî dê neyê guhertin. Xwestekên wî bidestistina destkeftiyan rejîma xwe li ser desthilatê hîşîne."

Beşar Cerar wiha domand: "Helwesta wî derbarê aloziya heyî de ya herî xeternak e. Erdogan rola peymankarê projeyên yekem û duyem ên rêveberiya Obama di radestkirina desthilatê de ji koma Ixwan Musilmîn re li Rojhilata Navîn lîst. Ev hewldana NATO`yê ya berfirehkirinê li başûr bêyî lêçûneke giran bû."

Cerar wiha pê de çû: "Ji taybetmendiyên oportonîstan keysebazî ye. Dê Erdogan jî heta ji dest tê mijarê dirêj bike heta dibîne ba bi ku ve diçe ta ku bi wir ve biçe. Lê xeterî di kûrahiyê de ye, ew jî taybetmendiyeke din e ku ji zihniyeta Îxwan El-Muslimîn û îslama radîkal bi giştî tê. Dibe ku sekna wî li gel aliyekî xuya bike û desteka ji aliyê din re veşartî be. Ev lîstok di girêbesta mûşekên S 400’an de lîst."

Cerar di axaftina xwe de bal kişand ser veguhestina terorîstan ji Idlibê ber Ukraynayê bi rêya yekane keştiya fermî ya Atlantîkê û wiha got: "Dewleta Tirk Erdogan wê ji bo her kesî karesat be. Dubarekirina karesatên Efganistan û Sûriyê dê neyê qebûlkirin. Moşekên stinger (Erd – hewa) û Javelin (roketên dijî zirxî) ji Ukraynayê re tên şandin. Ev xwekuştineke komî ye."

JI DEWLETA TIRK RE ERKEKE QIRÊJ

Tê texmînkirin ku Erdogan vê krîzê istîsmar bike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, yan wê bazariya bi Rûsya û Amerîka re bike yan jî wê mijûlbûna wan bi Ukraynayê re bi kar bîne da ku êrişên din ên dagirkirinê bi kar bîne.

Li ser vê yekê Beşar Cerar wiha got: "Erdogan nikare mîna vê tevgerê bike û mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukrayna derfet bigire. Lê xeteriya rastîn her tim heye ku Erdogan bi peywndiyeke qirêj hatiye erkdarkirin ku Rûsya yan Amerîka aciz bike. Li vir jî pêdivî bi rewşa amadekariya dîplomasî û şer ji hêla Sûriya bi giştî ve heye, nemaze jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku peyamekê bişînin ku tu cihê fersendgirtina Erdogan di navbera hevalbendên rastîn ên şerê li dijî terorê de tune ye. Yan ew ê bi Rûsya re bigire yan jî bi Amerîka re bigire. Da ku ev yek negihîne wê yekê ku serokwezîrê Pakisatanê beriya çend rojan got welatê li ser hevalbendiya bi Amerîka re li dijî terorê poşman bûye."

GELEK SÎNARYO HENE

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Sarkis Ebû Zeyd li ser rêveçûna pêşdeçûnan wiha axivî: "Ji vî şerî û encamên wî re gelek sînaryo hene; ji wan jî lihevkirin, guhartina sîstema li Ukrayna, parçekirina Ukrayna, têkçûna Rûsya û vekişîna wê ji Ukrayna û dibe ku hin sînaryoyên dîtir jî hebin, lê belê tişta em dibînin dijberiyeke rasteqîn di navbera rojhilat û rojava de heye."

Ebû Zeyd wiha lê zêde kir: "Ev rûdan dê bi xwe re avabûna pergaleke nû ya global bînin ku tu kes nîşaneyên wê nizanin. Ji ber krîzeke aborî heye ku ev hemû alî azarên wê dikişînin, her wiha krîzeke xetimandî li hember hemû saziyên navneteweyî heye ku nikarî pergaleke global a adil û wekhev ku karibe pirsgirêkan çare bike, ava bikira. Ji ber wê yan wê lihevkirineke nû ya cîhanê çêbibe ku cîhanê ji şerê wêrankirinê rizgar bike yan jî dê mijar ber bi kuştin û têkçûyîna mirovahiyê ve biçe."

(fr-bx)

ANHA