Moskov û Kiev bîlançoya zirarên li Ukraynayê eşkere kir

Wezareta parastinê ya Rûsyayê îro encamên dawî yên tevgerên leşkerî Rûsyayê li Ukraynayê ragihand. Di heman demê de artêşa Ukrayanayê destnîşan kir ku ji destpêka şerê li Ukraynayê ve zêdetirî 11 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin.

Moskov û Kiev bîlançoya zirarên li Ukraynayê eşkere kir
6 adar, 2022   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezarata parastina ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wê duh bi şev 61 avahiyên leşkerî yên Ukraynayê derbe kirin û 2 hezar û 200 binesaziyên leşkerî hedef girtin.

Her wiha diyar kir ku di 24 saetên derbasbûyî de, sîstemeke S-300 a li dijî balafirên li Ukraynayê tê bikaranîn, hatin ruxandin, 4 balafirên Su-27 û 6 balafirên bêmirov hatin xistin.

Li aliyekî din Wezareta Parastinê ya Ukraynayê eşkere kir ku ji destpêka tevgerên leşkerî yên rûsî li welêt ve, 285 erebeyên leşkerî û zêdetirî 90 balafirên rûsî hatine rûxandin.

Fermandariya artêşa Ukraynayê diyar kir ku ji destpêka aloziyê heta niha, zêdetirî 11 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin.

24`ê meha derbasbûyî Rûsyayê ragihand ku ji mafên wê ye ku parastina sînorê xwe bike û "Naziyan" derxe, hemwextî vê yekê Kiev û hevalbendên wê yên li Ewropa israra tevlêbûna ji NATO`yê re kir ku dixwaze li rojhilat serweriya xwe berfirehtir bike.

(eh)