Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Ebdullah ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe Ebdullah Ebdo ku di 2020`an de li Serêkaniyê ya dagirkirî şehîd bûye, ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Ebdullah ragihand
6 adar, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ev hate gotin: "Hêzên me li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke mezin dan meşandin, di wê wextê de peywendiya bi endamê me Ebdullah Ebdo re qut bû. Beriya çend rojan hêzên me agahî bi dest xistin ku endamê Ebdullah Ebdo şehîd bûye.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê û Paşnav: Ebdullah Ebdo

Navê Bav: Elawî

Navê Dayikê: Helûma

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê 29-1-2020

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 6-2-2020

Di dawiyê de em bejna xwe li hemberî fedekariya şehîdên xwe ditewînin û soza şopandina rêya wan didin."

Şehîd Ebdullah Ebdo di Sibata 2020`an de di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê de şehîd bûbû. 

(eh)