Sibe dê gera sêyemîn a dan û standinên Ukrayna û Rûsyayê li dar bikevin

Ukrayna ragihand ku gera sêyemîn a dan û standinên bi Rûsyayê re dê sibe li dar bikevin. Rûsyayê gef li Ukraynayê xwar ku wê ji mafê Dewletbûnê bê par bihêle û cezayên navneteweyî yên li ser Moskova, wek ragihandina şer bi nav kir.

Sibe dê gera sêyemîn a dan û standinên Ukrayna û Rûsyayê li dar bikevin
6 adar, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê şandeya Ukraynayê yê dan û standinan David Arachamia ragihand ku gera sêyemîn a dan û standinan dê sibe li dar bikeve piştî ku her du gerên destpêkê bi bin ketin.

Li gorî AFP`ê Arachmia li ser hesabê xwe yê Facebookê ev yek ragihand.

Li aliyekî din, şêwirmendê serokê Ukraynayê Mikhailo Podolak got: “Rûsya êdî fêm kiriye bê lêçûna şerê li hember berxwedana Ukraynayê çi ye. Dan û standinên di navbera her du welatan de avaker in.”

`PEYWENDÎ DI NAVBERA BIDEN Û ZELENSKY`

Serokê Ukraynayê Volodmir Zelensky îro ragihand ku bi serokê Amerîkayê Joe Biden re bi rêya telefonê axiviye û alîkariyên amerîkî yên ji bo Ukraynayê û cezayên li dijî Rûsayê nîqaş kirine.

Zelensky li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Di çarçoveya diyaloga me ya domdar de, ez careke din bi serokê Amerîkayê re axivîm. Me li ser dosyayên ewlehiyê, piştgiriya darayî ji Ukraynayê re û berdewamkirina ferzkirina cezaya li ser Rûsyayê nîqaş kir.”

Beriya vê peywendiyê, wezîrên karên derve yên Amerîka Antony Blinken û yê Ukraynayê Dmitry Kuleba civiyan. Wê demê wezîrê karên derve got Rûsya dê bi zextên zêdetir re rû bi rû bimîne heke destwerdana xwe ya leşkerî ranewestîne.

`MARIUPOL XALA VEGUHERANDINÊ YE`

Li aliyekî din di raporeke Desteya Erkanê ya Giştî ya Ukraynayê ku li ser Facebookê de weşandiye, hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê êrişa xwe didomîne herî zêde derdora bajarên Kiev, Kharkiv û Mykolaiv topbaran dike.

Li gorî AFP`ê serokê şaredariya Mariupolê Vadim Boychenko got rewş li vê bendera stratejîk a li başûr rojhilatê Ukraynayê gelek dijwar e ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin.

Boychenko wiha domand: “Êdî bajarek bi navê Mariupo nemaye. Divê şirîkên me yên amerîkî û ewropî alîkariya me bikin û Mariupolê xilas bikin.”

Ketina Mariupolê, xaleke veguherandinê ya girîng e, nexasim ku rê li pêşiya hêzên ji Qirimê tê vedike. Ev yek dê pêşketina hêzên Rûsyayê ber bi Kievê re xurtir bike.

`BÊPARHIŞTINA JI DEWLETÎBÛNÊ`

Girêdayî heman mijarê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn gef li Ukraynayê xwar ku heke daxwazên Rûsyayê neyne cih, dê ji mafê dewletîbûnê bê par bimîne.

Moskov dixwaze ku Ukrayna bêalî û nenukleerî be. Lê Kiev ku dixwaze tev li YE û NATO`yê bibe vê yekê red dike.

Pûtîn rojava hişyar kir ku heke li qedexeya qada asmîanî li Ukraynayê ragihîne, dê bi Rûsyayê re bi awayekî yekser rû bi rû bimîne.

Pûtîn got: Moskov dê vê yekê wek ragihandina şer bi nav bike.

(şx)