​​​​​​​Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê narkotîk belav bûye

Li herêmên başûr ên Sûriyê hejmara kesên narkotîkê bi kar tînin, zêde bû li gel ku desthilata xwecih nikare rê li pêşiya vê diyardeyê bigire. Derbarê Lîbyayê de serokê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa paşguhkirina hewldanên Ebdulhemîd El-Debîbe didomîne. Ji ber vê yekê El-Debîbe hewldanên xwe zêde kirin da ku erkdarkirina hikumeta nû asteng bike

​​​​​​​Panorama hefteyê: Li başûrê Sûriyê narkotîk belav bûye
6 adar, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser belavbûna narkotîkê li herêmên başûr ên Sûriyê, dosyaya avakirina hikumeta Lîbyayê û rewşa Sûdanê.

‘NARKOTÎK LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BELAV DIBE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hejmara kesên narkotîkê (madeyên hişbir) bi kar tînin, li başûrê Sûriyê zêde bû li gel ku desthilata xwecih nikare rê li pêşiya vê diyardeyê bigire. Her wiha li wan herêman êdî bazirganiya narkotîkê bûye tiştekî normal. Ew li Dera û piraniya bajar û bajarokên başûrê Sûriyê tê belavkirin. Li Sweydayê jî ev diyarde belav e û herêm hêdî hêdî veguherî herêma belavkirina hemû cureyên narkotîkê û derbaskirina wê ji dewletên din re.

Çalakvan Muhened El-Ebdullah ê ji Derayê got bermahiyên şer gelek in, wekî tevliheviya ewlehiyê, belavbûna çek û narkotîkê. Ji ber taybetmendiya erdnîgariya başûrê Sûriyê, hişt ku bibe meqseda hemû bazirganên narkotîkê, heta timakerên xebatên siyasî yên herêmî û navneteweyî, ji ber ku nêzî sînorên Îsraîlê û Urdinê ye. Ji ber şerê zêdetirî 10 salan ciwanên herêmê bi tundî, bêkarî, xizanî û paşguhkirinê re rû bi rû mane, ji ber wê bazirganên narkotîkê rewşa vê herêmê ya stratejîk û tevliheviya li herêmê  bi kar anî.”

`LI LÎBYAYÊ 2 WEZÎRÊN HIKUMETA NÛ HATIN GIRTIN`

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa paşguhkirina hewldanên Ebdulhemîd El-Debîbe didomîne. Ji ber vê yekê El-Debîbe nerazî bû û duh hewldanên xwe zêde kirin da ku erkdarkirina hikumeta nû asteng bike û 2 wezîrên hikumeta nû girtin, tevgera hewayî sekinand da ku nehêle parlamenter û endamên hikumeta rojava bigihêjin Tebraqê û baweriyê nedin hikumetê.

Başaxa got dê hemû vebijêrkan binirxîne û tedbîrên pêwîst bigire da ku desthilata li Terablusê bi zora qanûnê bi dest bixe.

Her wiha Başaxa hewldanên El-Debîbe û êrişa komeke çekdar li ser hinek wezîran şermezar kir.

Niha li Lîbyayê 2 serokwezîr hene. Heta niha helwesta civata navneteweyî ne diyar e. Hişyariyên têkildarî hebûna 2 hikumetan nîşaneya parçebûneke siyasî ya nû dide.”

`LI XERTÛMÊ XWEPÊŞANDÊR GIHAŞTIN QESRA SEROKATIYÊ`

Rojnameya El-Beyan girêdayî kar û barên Sûdanê wiha nivisî: “Bi hezaran xwepêşandêr li derdora Qesra Serokatiyê ya li Xertûmê kom bûn û banga desthilata sivîl kir. Şahidan eşkere kir ku xwepêşandêran dorpêça ewlehiyê şikandiye û gihaştin deriyê sereke yê qesrê. Her wiha diyar kirin ku polîsan bombeyên gazê li dijî xwepêşandêran bi kar anîn. Lê di dawiyê de li gel israra xwepêşandêran ew jî vekişîn. Ev cara sêyemîn e ku xwepêşandêr digihêjin Qesra Serokatiyê.

Piştî pêşkêşkirina komîteyên berxwedanê yên Sûdanê mîsaqeke siyasî ji bo nîqaşkirina desthilata gel û avakirina desthilateke siyasî ya giştî, vê yekê rû da.”