‘PKK ji bo azadiya gelan tê dikoşe’

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî got "Armanca xistina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de, lawazkirina PKK`ê ye û da ku fikrên wê li Rojhilata Navîn belav nebin, ji ber ku li hember berjewendiyên dewletên kapîtalîst e."

‘PKK ji bo azadiya gelan tê dikoşe’
6 adar, 2022   00:43
MINBIC

Ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsteya “rêxistinên terorê” yên DYA û Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’ê Kanûnê de kampanyayekê dest pê kir.

Ji 30 welatan zêdetirî hezar kesayetên naskirî serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemavan, siyasetmedar, nivîskar û aktîvîst tê de cih digirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yê Minbic û Gundewarên Wê Ehemed El-Cemîlî axivî û got: "Beriya demekê me dest bi hemleyên derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ kir, ji ber ku partiyeke ji dema avakirina xwe ve li ser bingeha fikirên demokratîk ên rêber Ocalan tev digere, ji lewma dewletên kapîtalîst li dijî Rêbertî û projeya wî komplo pêk anîn."

El-Cemîlî anî ziman ku berxwedana PKK`ê û têkoşîna wê ji bo gelên azadîxwaz e û ev yek dê bibe sedem ku fikira wê li Rojhilata Navîn belav bibe û lewma dewletên kapîtalîst êrişî gerîla dikin. Ehmed El-Cemîlî ev li axaftina xwe zêde kir: "Di halê hazir de em dibin şahidên êrişên artêşa Tirk ên li dijî Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê."

El-Cemîlî bi domdarî got: "Artêşa Tirk çekên NATO`yê li dijî gerîla bi kar tîne, lê dîsa jî gerîla bi çekên xwe yên sivik û vîna xwe ya azad derbeyên giran li artêşa Tirk dide. Mînaka wê jî serkeftina li Garê ye."

Ehmed El-Cemîlî îşaret pê kir ku divê çalakiyan li dar bixin û gelê herêmê fikrên PKK’ê nas bike û wiha dewam kir: "Li ser vê yekê me konê bi armanca komkirina îmzeyan vegirt. Dûre jî me çalakiya pirtûkxaneya gerok organîze kir."

Ehmed El-Cemîlî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bang li gelê herêmê û azadîxwaz dikin ku tev li hemleya însiyatîfa derxistina navê partiyê ji lîsteya terorê bibin, ji ber ku nûnertiya gel û şoreşê dike."

(eh)

ANHA