Dewleta Tirk girtiyê ku 31 sal e di zindanê de ye û cezayê wî temam bûye, bernade

Ridwan Silêman ev 31 sal e ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin. Tevî ku cezayê Ridwan Silêman temam bûye jî, dewleta Tirk wî bernade û 6 mehên din ceza lê birî.

Dewleta Tirk girtiyê ku 31 sal e di zindanê de ye û cezayê wî temam bûye, bernade
6 adar, 2022   01:39
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ – SILAVA EBDULRIHMAN

Bi hezaran parlementerên Kurd, girtiyên siyasî, rewşenbîr û azadîxwaz di zindanên dewleta Tirk a dagirker de têne dîlgirtin. Girtiyên di zindanan de di bin îşkenceya fizîkî û ya pîskolojîk de jiyana xwe ji dest didin.

Yek ji girtiyên ku niha di zindanên dewleta Tirk a dagirker de li ber xwe dide, Ridwan Silêman e. Ridwan Silêman ev 31 sal e di navbera zindanên dewleta Tirk de tê veguhastin û îşkence lê tê kirin.

Ridwan Silêman 17`ê Îlona 1991`an, ji ber xebatên xwe yên di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de, li Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve tê girtin. Di heyama 31 salan de dewleta Tirk Ridwan Silêman li 7 zindanên digerîne.

Roja ku Ridwan Silêman dîl tê girtin, 3 kes ji malbata wî tev li nava refên tevgera azadiyê dibin. Yek ji wan jî xwişka wî ye.

CEZA TEMAM BÛYE LÊ NAYÊ BERDAN

Di 5`ê Îlona 2021`an de cezayê dabûn Ridwan Silêman bi dawî bû lê li şûna ku serbest were berdan, dewleta Tirk a faşîst 6 mehên din ceza lê ferz kir. Ev 6 meh e ceza bi dawî bûye û piştre ew veguhastine hucreya yekkesî di zindaneke li bajarê Afyonê ku wek zindaneke herî xirab tê naskirin.

Dema Ridwan Silêman tê girtin 31 salî bû. Silêman 2 pirtûk nivîsîne; yek bi navê ‘Evîna Welat’ e ya din jî bi navê ‘Cenga Jiyanê’ ye.

RIDWAN SILÊMAN KÎ YE?

Ridwan Nesrî Silêman sala 1960`an li gundê Sinceqa Sedûn a navçeya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe, qonaxa navîn a xwendina xwe bi dawî dike lê ji ber nebûna nasnameya wî ya Sûriyê nikare xwendina xwe temam bike.

1980`î Ridwan Silêman dizewice û 6 zarokên wî çêdibin. Sala 1985`an dengvedana tevgera rizgariya Kurdistanê digihêje wî. Silêman di 1988`an de rêber Abdullah Ocalan dibîne û di 1990`an de tev li nava xebatên tevgera azadiyê dibe. Ji ber kar û xebatên xwe 2 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin.

`BI ÎŞKENCEYÊ PARSÛ Û POZÊ WÎ HATIBÛN ŞIKANDIN`

Birayê Ridwan Silêman, Fethellah Silêman ji ANHA`ê re axivî û got: “Dema 25 salên birayê min di zindanan de qediyabûn, bi zehmetî me serdana xwe pêk anî. Piştî ku Ridwan hat cezakirin, ew derbasî zindana Bandirmayê ya Tirkiyê kirin.”

Fethullah Silêman got: “Dewleta Tirk a faşîst êrişî girtiyên di zindana Amedê kir. Girtî ji cihên wan rakirin. Piştre bi sal û nîvekê me agahî ji birayê xwe negirt. Di 2019`an de jî bi rêya telefonê em pê re axivîn. Wê carê dengê wî nexweş bû, piştî demekê me bi rêya hin raporan nas kir ku parsû û pozê wî ji ber îşkenceyê hatibûn şikandin.”

Fethullah Silêman diyar kir ku ew bi berxwedana birayê xwe serbilind in û got birayê wan ji wan re gotiye “Divê hûn tev li qadên şoreşa Rojava bibin, divê keda we ya di şoreşê de sar nebe.”

‘JI BER ÎŞKENCEYÊ ME XWE LI SER LINGAN NEDIGIRT’

Birayê din ê Ridwan Silêman, Rewanpak Silêman jî got Ridwan Silêman ji ber îşkenceyê xwîn vereşandiye, lê ruxmî wê jî li ber xwe daye û tu carî nekarîne îradaya wî bişkînin.

Rewanpak Silêman got: “Ridwan di dadgehê de ji dadwer re wiha gotiye “Ez ê Kurdistanê ji nava çavên te derxim”. Ji ber berxwedana wî û vê gotinê cezeyên giran lê hatin birîn, cezaya muebbetê danê.”

Rewanpak Silêman wiha pê de çû: “Destpêkê jê re hatibû gotin ku bi zimanê erebî û tirkî tenê bi malbata xwe re biaxive, wî jî ev yek qebûl nekir. 2 mehan têkiliyên wî bi me re qut bûn. Lê her tim morala wî bilind bû.”

Der barê pirtûka Ridwan Silêman de jî birayî wî Rewanpak Silêman wiha got: “Dema ji zindanan ew vegudihastin, ji ser hiş dibirin û îşkence lê dikirin. Di pirtûkê de dibêje “Carinan ji ber lêdan û îşkenceyê me xwe li ser lingan nedigirt. Ez pir bi şens im ku di Zindana Amedê de ez di qawîşa Mazlûm Dogan de bi cih kirin”.”

ANHA