Li Tirbespiyê zêdetirî 32 hezar îmze hatin komkirin

Rêxistina PYD'ê encamên pêngava komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK'ê ji "Lîsteya terorê" eşkere kir.

Li Tirbespiyê zêdetirî 32 hezar îmze hatin komkirin
5 adar, 2022   18:44
QAMIŞLO

Rêxistina PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê encamên pêngava derxistina PKK'ê ji "Lîsteya terorê" eşkere kir. PYD'ê ragihand ku 32 hezar û 58 îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî 13'ê Kanûna 2021'an, pêngaveke ji bo derxistina PKK'ê ji "Lîsteya terorê" ragihand.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên PYD'ê, ji aliyê hevseroka Meclisa PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan, em banga derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê dikin.

Her wiha hate diyarkirin çareseriya aştiyane ji doza Kurdî re bingeha xurtkirina demokratîk li Rojhilatê Navîne û mayîna navê PKK`ê di nava rêxistinên terorîst de astengiyekê di rêya aştiyê de çêdike.

PYD`ê diyar kir ku PKK`ê roleke sereke di têkbirina DAIŞ`ê, çete û terorîstan de lîst û felsefeya wê hemû pêkhate, gel û neteweyan li gorî armancekî hevbeş û pêkanîna azadî, edalet, demokratîk û aştiyê digre nava xwe.

Her wiha PYD`ê ragihand li navenda navçeya Tirbespiyê ji 13 hezar malan 32 hezar û 58 îmze hatine komkirin.

(bx)

ANHA