Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
Konferansa Desteya Tenduristiyê bi dawî bû
5 adar, 2022   18:28
REQA

Bi armanca pêşxistina sîstema tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya yekemîn bi diruşma "Bi hevre ber bi civakeke tendurist ve" li Reqayê li dar xist.

Di konferansê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî, lidarxistina konferansê pîroz kir û got, tevî hemû zehmetî û ambargoya li ser herêmê Rêveberiya Xweser destekê dide aliyê tenduristiyê .

Paşê rapora Desteya Tenduristiyê ya Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê cîgirê hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Mehmûd El-Ebdullah ve hate xwendin.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka damezirandinê ve 17 nexweşxaneyên giştî hatin vekirin ku bê pere xizmetê dike, her wiha 9 navendên diyalîzê hatin vekirin.

Di raporê de bal hate kişandin ser pandemiya vîrusa koronayê û bandora wê li qada tenduristiyê û hate diyarkirin ku 13 navendên taybet ên koronayê hatin vekirin û derziyên wê hatin peydakirin.

Têkildarî astengiyan hate destnîşankirin êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina deriyên sînor derbaskirina alavên tenduristiyê asteng dike.

Di raporê de xebatê Desteya Tenduristiyê ji destpêka ku hatiye damezirandin ve hatin nirxandin.

Paşê bijîşkê bi navê Şoreş Mûsa rapora qada tenduristiya leşkerî xwend, tê de behsa zehmetiyên ku li pêşiya wan derketin, rêbazên çareseriyê û planên demên pêş hate kirin.

Ji bo pêşxistina qada tenduristiyê, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Her wiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pêşniyarên hatine kirin dê werin nîqaşkirin.

Ciwan Mistefa diyar kir ku qanûna yasayî ya karkirina pîşeyên pijîşkî pêşkêşî meclisa giştî hate kirin û dê di çend rojên pêş de were derxistin.

Paşê reşnivîsa sîstema tenduristiyê pêşkêşî beşdaran hate kirin da ku were lêkolînkirin û xebat li gorî wê were kirin. Paşê dê pêşkêşî komîteya berfireh were kirin da ku were erêkirin û di nava xebatê tenduristiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat li gorî wê were kirin.

(bx)

ANHA