Yekitiya Jinên Êzidî nivîsgeha xwe li Tirbespiyê vekir

Yekitiya Jinên Êzidî yên Herêma Cizîrê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li navçeya Tirbespiyê vekir.

Yekitiya Jinên Êzidî nivîsgeha xwe li Tirbespiyê vekir
Yekitiya Jinên Êzidî nivîsgeha xwe li Tirbespiyê vekir
Yekitiya Jinên Êzidî nivîsgeha xwe li Tirbespiyê vekir
Yekitiya Jinên Êzidî nivîsgeha xwe li Tirbespiyê vekir
5 adar, 2022   18:11
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Jinên Êzidî yên herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi dehan jinan, nivîsgeha xwe li navçeya Tirbespiyê vekir.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji rêveberên Yekitiya Jinên Êzidî yên herêma Cizîrê Hediya Şemo vekirina nivîsgehê pîroz kir û wiha got: "Vekirina vê navendê ji bo wefedariya bi şehîdên azadiyê ye. Di dîrokê de jinên êzidî  rastî zulm û koletiyê hatin, ya herî dawî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bû."

Hediya Şemo diyar kir ku vekirina vê nivîsgehê ji bo parastina jinên êzidî û birêxistinkirina wan e.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm anî ziman ku vekirina vê nivîsgehê gaveke girîng ji bo pêşxistina û birêxistinkirina jinan e.

Di merasîmê de berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî diyar kir ku vekirina vê nivîsgehê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, serkeftineke mezin ji bo jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê Zeyneb Hesen jî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên êzidî pîroz kir û diyar kir ku bi saya fedekariyên jinên Kurdistanê jinan rola xwe di civakê de vegerandin û mafên xwe diparêzin.

Dayika şehîd Mihemed Xêr, Rifha Hisên navend vekir.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA