Li Helebê panelek hate lidarxistin

Nivîsgeha Jin a girêdayî MSD`ê ya Helebê di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de û bi dirûşmeya "Jina Sûrî, rastî, zehmetî û destkeftî" panelek li dar xist.

Li Helebê panelek hate lidarxistin
Li Helebê panelek hate lidarxistin
Li Helebê panelek hate lidarxistin
Li Helebê panelek hate lidarxistin
Li Helebê panelek hate lidarxistin
5 adar, 2022   17:47
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê  de û bi dirûşmeya "Bi hevre şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin", Nivîsgeha Jinan a girêdayî MSD`ê panelek li dar xist. Jinên siyasetmedar û yên civaka sivîl, her wiha kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûn.

Panel li hola civînan a MSD`ê ya li aliyê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd bi sernavê"Jina Sûrî, rastî, zehmetî û destkeftî" hate lidarxistin.

Di panelê de endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Cîhan Mihemed derbarê rewşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa jinên Sûriyê de axivî.

Cîhan Mihemed wiha got: "Li ser mirovan qeyd hate ferzkirin. Divê ji wan werin rizgrkirin. Li gorî xwezaya xwe ya cewherî dijî. Madem jin azad hatiye afirandin, ew jî dê qebûl neke ku ne azad bijî. Nexasim di jîngehekê de weke ya Sûriyê de ku parçeyek ji şaristaniya Mezopotamiyayê ye."

ÇARENÛSEKE NE DIYAR LI PEY ÇALAKVANAN E

Têkildarî rewşa jinên Sûriyê Cîhan destnîşan kir ku ji destpêka damezirandina dewleta partî ya serdest ve siyaseta wê li hember jinan siyaseta lîstina li ser du werîsan û wiha domand: "Li aliyekî îdia dike ku ew destekê dide mafên jinan, lê ew warî şeklî de dimîne. Ev jî di parastina hin madeyên peymana Cedaw (Peymana tunekirina hemû cûreyên cûdabûnê li dijî jinan), diyar dibe."

Cîhan Mihemed wiha pêde çû: "Hêzên girêdayî hikumeta Şamê tecawizkirin weke rêbazekê ji bo îşkencekirina jin û zarokan bikar tîne. Di heman demê de weke rêbazekê ji bo zextê li mûxalifên rejîmê bike û wan bixe bin hêza xwe de, bikar tîne. Em hemû bandora vê çekê di nava civaka desthilatdar de dizanin ku ew namûsê girêdayî jinê dibînin. Her wiha rejîmê gelek jinên çalakvanên mûxalif wekî Rezan Zeytûne, Semîra Xelîl û Nazliye Keçel revandin ku çarenûsa ne diyar e."

 ‘ASTENGÎ LI PÊŞIYA BEŞDARBÛNA JINAN DI WARÊ SIYASÎ DE HATE DAYÎN‘

Têkildarî astengiyên ku li pêşiya jinan di warê siyasî de disekine Cîhan Mihemed wiha got: "Asta yekemîn ji têkoşîna jinê dest pê dike nexasim di warê malbatî de ku astengiya herî mezin e ya ku nûnertiya çanda baviksalarî e. Ya duyemîn bi tundiya li ser jinan çi ji aliyê bav, bira, hevjîn yan jî ji aliyê jinan ve be ji ber ew jî bi çanda desthilatdar bandor dibe û bi awayekî xwezayî li tundiyê dinihêrin û wê di bin navê perwerde, fêrkirin û urfên civakê, qebûl dike."

TÊKOŞÎNA JINAN DESTKEFTIYA PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ BI DEST XIST

Cîhan Mihmed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji ber efsaneyên lehengiyê û berdêlên ku YPJ`ê di warê leşkerî de dane, lehengî ne tenê ji bo mêran e. Bi van serkeftiyên leşkerî ku jinan bidest xist zemîn û destpêkirineke nû ava kir da ku tev li warê siyasî bibe. Ew jî di rastiyê de bi rêya beşdarbûna ji hemû deste û saziyên Rêveberiya Xweser re bû ku ji sedî 50 bû û qanû û pîvanên ku mafên wê diparêze hatin derxistin."

NÊRÎN Û ENCAMÊN PANELÊ

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, hatin gotin: "Sekretêra giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê siyasetmdara Kurd Hevrîn Xelef bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hate qetilkirin. Hedefgirtina wê tê wateya hedefgirtina xebatê siyasî ya jinên têkoşer. Ev tundî ne tenê li dijî jinên Kurd bû, di heman demê de li dijî jinên Ereb jî hate kirin. Hedefgirtina şehîd Hind El-Xidêr û Seida El-Hermas mînaka vê yekê ye."

Di dawiya panelê de hate gotin, pêwîstiya civakan bi sîstemeke siyasî demokratîk heye ku mafê wan misoger bike, rêjeya beşdarbûna jinan ji hilbijartinên parlemento û cihên biryarê re zêde bike, madeyên peyama Cedaw werin parastin, girîngiyê bidin pêkanîna biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê nexasim biryara 1325`an û biryarên girêdayî wê ku parastina jinan di demên şer de dike û tev li avakirina aştiyê bi awayekî aktîf, bibin.

(bx)

ANHA