Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8'ê Adarê bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" berdewam dikin.

Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
Çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin
5 adar, 2022   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi beşdarbûna nûnerên meclisên sivîl û leşkerî şahiyek li dar xist.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de 8'ê Adarê li jinan û rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Her wiha hate gotin ku 8'ê Adarê berhemên fedekariyên jinên têkoşer e.

EYN ÎSA

Rêxistina Kongra Star a Girê Spî jî semînerek li ser têkoşîna jinan li navçeya Eyn Îsayê da. Bi dehan jinên navçeyê amade bûn.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongra Star Emîne El-Omer ve hate birêvebirin. Emîne Omer bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe û got, şoreşa jinên kedkar ên di kargehên li Amerîkayê de, heta şoreşa Rojava ji tevahî cîhanê re bûye îlhamek.

Her wiha diyar kir ku pergalên dîktator hewl dan li hemberî şoreşa jina azad bisekinin û vemirînin, lê jin têkoşiyan û azadî û mafên xwe bi dest xistin.

Emîne El-Omer bal kişand rola jinan di şoreşa Rojava de û wiha pê de çû: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bûne sembol û mafên xwe diparêzin, di sîstema hevserokatiyê de di hemû qadan de  siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û rêveberî de kar dikin. "

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin û diyarî hatin belavkirin.

Her wiha Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî hezar û 300 dar li parka giştî ya navçeya Eyn Îsayê çandin.

HESEKÊ

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/DnOW5BM5ftQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Hesekê jî şanoya gerok a bi navê "Nûjiyan û Viyan" a ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye organîzekirin li bajarokê Sifeya hate pêşandan. Şono balê dikişîne ser têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta bavikslarî.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Yûkser Silêman diyar kir ku çalakiya wan a şanoya gerok di roja sêyemîn de bi daw dibe û dê sibe meşekê bi boneya 8'ê Adarê li dar bixin.

Şano bi navê Viyan û Nûjiyan e, her du endamên Yekitiya Jinên Ciwan in tevî 4 hevalên xwe yên din  5'ê Kanûna borî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Kobanê de şehîd bûn.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeheke alavên kevn yên folklorî û hûnerên destan ên jinan vekir.

Pêşangeh bi amadebûna endamên Kongra Star, YPJ, Şaredariya Dêrikê, navenda çandê ya Dicle û bi dehan şêniyên Dêrikê  li Parka Xwaringeha Çarçêla ya Dêrikê hate vekirin.

Pêşangeh wê heta saetên derengiya şevê vekirî be.

ANHA