Artêşa Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Catê yê Minbicê bi moşekên germî topbaran kir.

Artêşa Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir
5 adar, 2022   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker di saetên piştî nîvro de ji gundê Qîratayê, bi moşekên germî gundê Catê yê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê topbaran kir.

Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA