Balafirên artêşa Tirk gundên Berwariyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Berwariyê bombebaran kirin. Her wiha gundekî Zaxoyê jî hate topbarankirin.

Balafirên artêşa Tirk gundên Berwariyê bombebaran kirin
5 adar, 2022   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk dagirker gundên herêma Berwarî ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên berdest 3 roj e balafir gundên herêmê bombebaran dikin. Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha îro artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Batûfa ya ser bi Zaxoyê ve jî topbaran kirin.