​​​​​​​Bi boneya 8’ê Adarê li Şehbayê şahiyek li dar ket

Yekitiya Jinên Ciwan a Efrînê bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê îro li Şehbayê şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Bi boneya 8’ê Adarê li Şehbayê şahiyek li dar ket
5 adar, 2022   12:56
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îro li kantona Şehbayê şahiyek li dar xist.

Bi sedan jinên koçber ên ji Efrîna dagirkirî beşdarî şahiyê bûn. Komên Şehîd Nûjan Serdoz û Şehîd Hêva ên muzîkê û koma govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

/kr/uploads/files/2022/03/05/125658_bi-boneya-nzbna-8-adar-sahiyek-li-sehbay-li-dar-ket-5.webp

Her wiha Koma Şehîd Nûjiyan Ocelan a zarokan govendek gerand û Koma Şehîd Viyan Kobanî jî stran bi erebî gotin. Di dawiyê de jî koma Şêrawayê ya muzîkê stranên kurdî gotin û koma Şehîd Axîn Welat a Şehbayê jî govendeke pêkhateya Ereb pêşkêş kir.