DAIŞ’ê berpirsyariya êrişa li ser mizgefta li Peşawerê ya Pakistanê girte ser xwe         

Çeteyên DAIŞ'ê berpirsyariya êrişa duh a li ser mizgefteke şîeyan a li eyaleta Peşawer a Pakistanê girte ser xwe. Di encama êrişê de 57 kes hatibûn kuştin.

DAIŞ’ê berpirsyariya êrişa li ser mizgefta li Peşawerê ya Pakistanê girte ser xwe         
5 adar, 2022   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Pakistanê îro diyar kirk u dê êrişkarên li mizgefta li Pêşawerê bigirin ku komeke çeteyên DAIŞ`ê berpirsyariya wê girtibû ser xwe. Di encama êrişê de, di hundirê mizgeftê de teqînek çêbûbû û 57 kes hatibûn kuştin û nêzî 200 kes jî birîndar bûbû.

Wezîrê ragihandinê yê Pakistanê Fuad Chaudhry ragihand ku 3 tîmên lêpirsînê ji bo lêkolînkirina delîlan hatine avakirin.   

 (dx)